1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hûrgiliyên teqîna li Diyarbekirê derketin holê
Hûrgiliyên teqîna li Diyarbekirê derketin holê

Hûrgiliyên teqîna li Diyarbekirê derketin holê

DİYARBEKİR - Teqemeniya ku berî niha li rêbeja Farqîn û Diyarbekirê hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkeriyê de hatibû înfîlakirin ku di vê teqînê de 8 esker birîndar bûbûn.Hat hînbûn li heman heremê di êrîşa ku hatibû kirin de 3 polês jiyan

A+A-

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqîn di derdora seat 10.25an de li ser Rêbeja Farqîn û Diyarbekirê li nêzî gundê Kagitliyê pêk hat.Teqemeniya ku berî niha ji teref PKKê ve li rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta eskeriyê ya bi navê Kîrpî de hat înfîlakirin ku di teqînê de 8 esker birîndar bûn.

Ekserên  ku di teqînê de birîndar bûbûn bi helikopter û ambûlansan rakirin nexweşxanê.Hat hînbûn rewşa eskerekî giran e.

Ji ber teqînê rêya Diyarbekir- Farqînê demekê ji trafîkê re girtî ma. Ji ber girtîbûna rê, rêzên dirêj ên wesayîtan pêk hat.

Her weke ku ew ê bê bîran di 15 Berfanbara 2015an de li ser heman rêyê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de dîsa bombe hatibû teqandin û 3 polês jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polês jî birîndar bûbû.(ÎLKHA)

 















 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.