Hz. Îbrahîm, li Rihayê hat bibîranîn
RİHA - Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve weke her sal îsal jî di meha Zîlhîcceyê de bernameya bîranîna Hz. Îbrahîmî hat tertîpkirin.Rihayiyan ji bernameyê re eleqeyeke mezin nîşan dan.
Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Piştî tîlaweta Qur’anê Mehmet Goktaş axavtinek kir.Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir kesên ku xwediyê jiyana Îbrahîmî bin dê bigihijin xelasîyê.
“Xweda xêza Hz Îbrahîm nîşanî me dide”
Goktaş di berdewam axavtina xwe de destnîşan kir Hz. Îbrahîm ji bona însanetîyê mînakekî mezin e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştê ku em jê re herî zêde mixtac in, xêza Hz. Îbrahîm e.Xweda wê xêzê ji me re wek mînak nîşan dide.Xweda ji me re dibêje; Îbrahîm çawa rawestiyabe, hûn jî wisa birawestin, hişyar bin.Xweda ji me re nabêje weke Îbrahîm neşewitin.Çima; ew di destê Wî de ye. Tiştê ku behra me dikeve li cihê ku ew sekinîye em jî bisekinin.”
Goktaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir divê em xortanekî ehlê tewhîdê bigihijînin.
Li cihê ku lê bername hat tertîpkirin bênavber tekbîr hatin avêtin û di derbarê wan mahqûmên ku ji teref FETO ve hatine girtin de dovîzên mîna ‘Silav li wan Yusufiyên ku zindanan kirine medrese, Ji Yusufiyan re azadî” hatin vekirin.
Bername bi kirina diayê bi dawî bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.