“Hz. Îbrahîm navê qiyama li dijî sîstema putperestan e”
Serokê Giştî ya HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu yê ku ji bona civîna serokên bajêran çûbû Rihayê, Gola Bimasî(Balikligol) ziyaret kir.
Serokê Giştî ya HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu yê ku ji bona civîna serokên bajêran çûbû Rihayê, Gola Bimasî(Balikligol) ya dîrokî ziyaret kir. Zekerîya Yapicioglu, Balikligola wek cihê ku Hz. Îbrahîm lê hatiye dinyayê û li wê derê avêtine nava agir tê zanîn ziyaret kir. Yapicioglu di ziyareta ku kir de destnîşan kir ku Hz. Îbrahîm sembola tewhîdê ye.
Yapicioglu piştî ku cihê ku Hz. Îbrahîm lê hatiye dinyayê ziyaret kir re derbasî cihê ku cenazeya Bedîuzzaman cara ewil lê hatibû definkirin ziyaret kir. Yapicioglu her wiha di çarçoveyên ziyaretan de telebeyên Bedîuzzeman û qebra Salîh Ozcanê ku wan rojên borî wefat kiribû ziyaret kir.
“Meqam û heyata dinyayê gişt demkî ne”
Yapicioglu di dema ziyaretên ku kirin de wiha axivî: “Ev bû cara yekem ku em li Balikgolê meqama Hz. Îbrahîm û cihê qebra Ustad Bedîuzzeman ziyaret dikin. Ew Hz. Îbrahîm putan şikandiye û di dema putperestan de li hemberî bavê xwe yê putperest wiha bang kiriye ‘veccehtu vechiye lillezi fetares-semavati vel-erda’ ango ez wek misilmanekî rûyê xwe ji Rebbê ku erd û asiman xulukandîye re divegerînim.’ Me meqama şexsekî wiha ziyaret kir.
Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hz. Îbrahîm sembola tewhîdê ye. Hz Îbrahîm di nava qewmekî ku bi puta bawerîya xwe dianîn de ala dînê henîf bilind kir. Hz. Îbrahîm di nava sîstema wê rojê de her tişt da ber çavên xwe û got “La.” Hz. Îbrahîm vî tiştî bi tenayîya serê xwe kir. Ji ber vê yekê Hz. Îbrahîm sembola comerîyê ye.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.