Îda malbatên şehîdan di nava xemgînîyê de derbas bû

Îda malbatên şehîdan di nava xemgînîyê de derbas bû

Malbatên kesên ku li Diyarbekirê ji teref PKKyîyan ve hatibûn qetilkirin Îda Remezanê li ber serên şehîdên xwe dilbikeser û bi dilxemgîn derbas kirin.

Wek ku tê zanîn di 6 û 8ê cotmeha borî de li Diyarbekirê bi hinceta Kobanê bûyer derketibûn û di wan bûyeran de kesên ku goştê kurbanê  ji  feqîr û jaran re belav dikirin ji teref kesên PKKyî ve hatibûn qetilkirin. Malbatên wan kesên ku di wan bûyeran de hatibûn qetilkirin îda xwe ya  Remezanê  li ber serên şehîdên xwe di nava xemgînî û kesere de derbas kirin.

Di roja îdê de malbat, naskirî, xizm û hezkirîyên wan kesên ku di 6 û 8ê cotmehê de hatibûn qetilkirin ref bi ref çûne goristanan da ku şehîdan xwe  ziyaret bikin.

Li ber serê kesên ku hatibûn qetilkirin  hat dîtîn ku hinek malbat ji zarokên xwe re du’a dikin û hinek jî şîna wan digirin û digirîn. Ev  dîmên bû sedema demên hestdar û dilzîz.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.