Înîsîyatîfa Azadî Bû Hereket
Ji bo maf û dad û azadî Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê, li Dîyarbekirê di navbera 6 û 7ê îlonê de kongreya xwe ya yekem a asayî pêk anî. Di dawîya kongreyê de encamname hat dîyarkirin. Bi qirara kongreyê, Înîsîyatîfa Azadî bû hereket.
Ji bo Maf û Dad û Azadî Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê, di navbera 6 û 7ê îlonê de kongreya xwe yekem a asayî pêk anî. Encamnameya kongreyê di avahîya Azadî de hat diyarkirin.
Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Li ser vê yekê, hatiye pêşniyarkirin ku Hereketa AZADÎ li ser fikra netew û dewletê ya Ehmedê Xanî, li ser nêrîna umetê ya Seîdê Kurdî, li ser helwesta Kurdistanî û Îslamî ya Şehîd Şêx Seîd Efendî û di kesayetiya Seyîd Riza de mexdûriyet, înkar û komkujiya li ser gelê Kurdistanê bê dîtin û li ser vê esasê xalên li jor di bernameyê de jî hatine neqişkirin.”
Hat îfadekirin ku Înîsîyatîfa Azadî pey xebatên du salan, qirara hereketbûnê daye. Diyarkirina encamnameyê bi tirkî û kurdî hat kirin. Endamê Heyeta Rêvebirinê ya Merkezê Yavûz Delal da zanîn ku qirar bi yekdengî hatiye dayîn û Înîsîyatîfa Azadî bûye hereket.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.