Înşaata mizgeftê hilweşiya: 1 mirî
MÊRSÎN - Li navçeya Muta Mêrsînê Mizgefta ku hê inşaata we temam nebûye hilweşiya, di encama hilweşînê de karkerek jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Çatalharmana navçeya Muta Mêrsînê duyemîn qeta Mizgefta ku hê inşaata we temam nebûye hilweşiya, di encama hilweşînê de karkerek jiyana xwe ji dest da û karkerekî jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin hilweşîn di dema rijandina betonê de pêk hat.Piştî ku xeber hat hînbûn ambûlans û yekîneyên rizgariyê hatin cihê bûyerê. Karkerê bi navê Cemal Can ê ku di bin betonê de mabû hat xelaskirin û wî rakirin nexweşxanê.Di encama xebatên rizgarkirinê de kesê bi navê Sefa Çetîn(19) di bin betonê wek mirî hat dîtin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.