Îran: Em dikarin rezervên xwe yên uranyumê çend qetan zêdetir bikin

Îran: Em dikarin rezervên xwe yên uranyumê çend qetan zêdetir bikin

Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê destnîşan kir ew dikarin rezervên xwe yên uranyumê çend qetan zêdetir bikin û ew xwedîyê vê îmkanê ne.

Îran ragihand ger Amerîka ambargoya neftê bide sekinandin ew dikarin li gor rêjeya  heyama peymana nukleerê rezervên xwe yên uranyumê çend qetan zêdetir bikin û ew xwedîyê vê îmkanê ne.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê yê Îranê Behruz Kemalvendî derbarê mijarê de diyar kir divê Amerîka heta nîvê meha çilê qerara xwe ya derbarê vê mijarê de bide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger bidine sekinandin ku ev tê maneya îhlalkirina peymana nukleer ku ew elbet Komereya Îslamî ya Îranê li hember vê yekê tedbîrên pêwîst bistîne.”

Kemalvendî di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê hikûmeta Amerîka bi aqilane bifikire û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel heta niha wisa kiribin jî mixabin niha wisa nafikirin û bi aqilane tevnagerin.”

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê yê Îranê Alî Ekber Salij jî destnîşan kir Îran dê hevkarîya bi Ajansa Enerjîya Atoma Navneteweyî re cardin ji ber çavan derbas bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.