Îremsûya biçûk ji bo bijî li hêviya neqilkirina qelb e

Îremsûya biçûk ji bo bijî li hêviya neqilkirina qelb e

Li Diyarbakirê zaroka 4 salî ya ku naxweşiya nebesiya qelb pê re heye niha li hêvîya tedawî û neqilkirina qelb e.

Îremsû Ektîya 4 salî ya ku nexweşa nebesiya qelb pê re heye û li Kayapinara navçeya Diyarbekrê dijî li hêvîya neqilkirina qelb e.

Malbata Îremsû li hember nexweşîyê bi neçarî li hêvîya neqilkirina qelb e û malbata wê îfade dike ku her roja ku diçe rewşa Îremsû ber bi xerabîyê ve diçe û dibêjin divê ku li derveyî welêt neqilkirina qelb mimkune. 

Bavê Îremsû Savaş Ektî destnîşan kir ku pêvajoya tedawîya qîza wî bidawî bûye û piştî vê yekê ji bo keça wî jîyana xwe berdewam bike lazime qelb bê neqilkirin.

Ektî, îfade kir ku dema keça wî 8 mehî bû teşxîsa nexweşîya nebesiya qelb hatîye dayin û wiha got: “Piştî teşxisa nexweşiya nebesîya qelb ji bo keça min hat danîn nêzîkê 15 rojan mehekê keça min li Diyarbekrê tedawî dît. Paşê em çûn Îzmîrê û ji bo neqlê em xistin rêzê. Tedawî kirina keça min qethîyen nemimkune. Lazime li keça min gavek berî gavekê neqil bê kirin. Di qontrola wê ya dawî de jî gotin ‘çare tineye, çareya heye naqilkirina qelb e’. Niha tiştên li ber çavan e neqilkirina wê li Tirkîye zehmetî ye. Niha her ku diçe rewşa keça min ber bi xerabîyê ve diçe. Em jî di vî warî de ji bo em keça xwe tedawî bikin ji temamê Tirkîyeyê alîkarîyê dixwazin.”

Ektî, ji bo alîkariyê bangî desthilatdaran û xêrxwazan kir û got: “Niha pitpitandina dilê keça min ji sedî 18e ye, her ku diçe ev dirûm ber bi xerabiyê ve diçe. Di vê nexweşîyê de hilavêtina dil ji sedî 30 be ev normal e, lê belê ev rêje her ku ber bi jêr dikeve rewş ber bi nebaşîyê ve diçe. Dema dakeve ji sedî 15an da wê çaxê rewş ber bi xerabiyê diçe. Dema pitpitandina dilê keça min ji sedî dakevê 15 an 10an wê çaxê rewşa wê dikeve talûkê. Di rewşek wisa de emê nikaribin keça xwe bighînê nexweşxaneyê. Em dixwazin keça min gavek berî gavekê bê tedawîkirin. Lewra kezeba me ye. Em dixwazin kesên desthilatdar xwe têxin şûna me.” 

“Li vir kezeba dayikekê dişewite”

Dayika Îremsû Fatma Ektî îfade kir ku nexweşîya keça min, me pir mehzûn dike lê belê tiştek ji destê me nayê û wiha got: “Nexweşîya keça min gelekî li ser me bandorê dike û me mehzûn dike. Em ji dewleta xwe û serokwezîrê xwe ji bo Îremsû alîkarîyê dixwazin. Li vir kezeba dayikekê dişewite. Îmkan û derfetên me tineye em wê bibin derveyî welêt û wê tedawî bikin.”

ÎLKHA












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.