Îro dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bo “Pêşnûmaya Qudsê” deng bê dayîn

Îro dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bo “Pêşnûmaya Qudsê” deng bê dayîn

Bo Pêşnûmaya Qudsê ya ku bi vetoya Amerîka hat redkirin dê îro di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de deng bê avêtin.

Qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta siyonîstên îşxalker piştî ku di Konseya Ewlehîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat gotûbêjkirin û ji teref Amerîka ve hat vetokirin re, vêcar jî dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê gotûbêjkirin û dê bo pêşnûmayê di seat 18.00an de deng bê avêtin.

Ger di Lijneya Giştî ya Neteweya Yekbûyî de ji sê behrên du behra 193 dewletan di lehê pêşnûmayê de deng bavêjin dê pêşnûma bê qebûlkirin û dê Amerîka di qerara xwe ya  naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan de bi tena serê xwe bimîne.

Trump berîya dengavêtinê di daxuyanîya ku belav kiribû de gefê li welatên ku endamên NYyê ne xwaribû û wisa gotibû: “Ji me bi sedan milyon  hetta bi milyar dolaran  alîkarîyê distînin. Dû re jî radibin li dijî me deng didin.Em dengan dişopînin.Dev ji wan berdin bila li dijî me deng bidin. Em ê wê demê gelek pereyan di destên xwe de bigrin. Êdî ne xema me ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.