Îsraîl Protestovanan Jî Qetil Dike
Lı şerîaya rojavayê, îsraîla sîyonîst mudaxela kesên ku jenosîda lı ser ğezzeyê protesto dıkır kır û 2 fılıstînî qetıl kırın.
Eskerên Îsraîla sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê mudaxela protestovanan kir û 2 kes qetil kirin, di hedîseyan de gelek kes jî birîndar bûn.
Li beldeya Sefayê ya rojavaya Ramallahê, gulleyên eskerên siyonîst li sînga ‘Elî Nafîzê 19 salî ketin û Elî Nafîz can da.
Li cûrbecûr bajarên Şerîya Rojavayê, li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Ğezzeyê protesto hatin raskirin. Xelk ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, daket kuçe û kolanan. Eskerên Îsraîla qatîl û mel’ûn, bi gulleyên heqîqî midaxele kir.
Di hedîseyên ku li Beytullahîmê qewimî de jî, yek jê giran 20 kes birîndar bûn. Eskerên rejîma terorê di midaxeleyan de gulleyên heqîqî bi kar anîn. Di mudaxeleyên li Nablûsê 7, li bajarê El Xelîlê 70 û li Ramallahê li nêzî hepsa Oferê jî 10 Fîlîstînî birîndar bûn.
Hamasê do gazî kiribû ku li Şerîaya Rojavayê, ji bo piştevaniya bi Ğezzeyê re bi navê “Îna Hirsê” protesto bên lidarxistin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.