“îsraîl û kesên ku digel wî hereket dikin terora dewletê tetbîq dikin”

“îsraîl û kesên ku digel wî hereket dikin terora dewletê tetbîq dikin”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li Zanîgeha Hartumê kir de diyar kir “îsraîl û kesên ku digel wî hereket dikin terora dewletê tetbîq dikin.”

Serokonar Recep Tayyîp Erdogan li Hartuma paytexta Sudamê di Zanîngeha Hartumê de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de qala terora ku ji teref sîyonîst îsraîl ve tê tetbîqkirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên Muhammedê ku 29 salî yê ku bi nexweşîya sendroma downê ye bi dîwar ve dikin û wî tacîz dikin gelo terorê tetbîq nakin? Nêzî 20 eskerên îsraîl ên ku Cuneydîyê 15 salî dorpêç dikin gelo terorê tetbîq nakin? Dema ku em qala van dikin gelo em neheqîyê dikin? Alema Xerbê van tiştan ma nabîne? Ger dibînin naxwe çima bêdeng in? Em ji vê bawer dikin;kesê ku li dijî neheqîyê bêdeng bimîne şeytanê bêziman e.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.