Îsraîla Îşgalker Êrîşî Ğezzeyê Kır

Îsraîla Îşgalker Êrîşî Ğezzeyê Kır

Îsraîla rejîma terorê, bı teyarên herbê êrîşî ğezzeyê kır. Dı êrîşan de 7 mensûbên hamasê û 2 mensûbên el-fetîhê hatın qetılkırın.

Teyarên herbê û firogehên bêînsan ên Îsraîla rejîma terorê, li bajarê Refahê êrîşî tunelekê kir. Di êrîşê de 7 mensûbên Tûğayên Îzzeddîn Qessam a Hamasê hatin qetilkirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê kevn ê Wezareta Sihhetê ya Filistînê Eşref el Kudra jî beyan kir ku di êrîşa Îsraîla îşgalker ya li ser qempa multeciyan a Berîcê de, 2 mensûbên rêxistina baskê leşkerî ya Fetîhê hatine qetilkirin. Kûdra da zanîn ku di êrîşa li ser mehela Sabrayê de jî 7 zarok birîndar bûne.

Li aliyê din li ser wehşiyane qetilkirina Muhemmed Ebû Xudayrê 16 salî, protesto dewam dikin. Polîsê rejîma terorê li beldeya Şûfatê, êrîşî filistîniyan kir. Di midaxeleyan de 61 Filistînî hatin binçavkirin.

Li bajarên Tulkerem û el-Xelîlê yên Şeriaya Rojavayê, di navbera filistînîyên ku qetilkirina ciwanê 16 salî protesto dikirin û leşkerên Îsraîlê de pevçûn qewimî. Di pevçûnan de leşkerên Îsralê, gulleyên heqîqî, yên plastîk û ğaza îsotê bi kar anîn. Di encamê de 7 kes birîndar bûn. (Hürseda Haber)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.