Îsraîl=Zulm û Wehşet

Îsraîl=Zulm û Wehşet

Îsraîl=Zulm û WehşetDy: “Hepsên Îsraîl, Li Zarokên Fîlîstînî Bi Saetan Îşkence Dikin”

Xeberên ajansan diyar kir, raporên Dewletên Yekbuyî, eşkere dike ku Îsraîla şebeka terorê, di hepsan de, îşkence li zarokên Filîstînî jî dikin. Pisporê hiqûqê yê Dewletên Yekbuyî Audrî Boms, da zanîn ku hepsên Îsraîl bi saetan îşkence li zarokên Filîstînî dikin û di serî de Emerîka, welatên rojava, ji vê zulma ğeyrî însanî û ğeyrî hiqûqî re, çavên xwe digrin.

Pisporê hiqûqê yê navnetewî Aûdrî Boms, di hevpeyvîna xwe de ya bi Press TV re got “Dewleta Îsraîl, li ser zarokên girtî yên Filîstînî, îstîsmara fizîkî û îşkenceyên psîkolojîk bikar tîne. Welatên rojava jî, çavên xwe ji vî tiştî re digrin.

Li gor îfada Aûdrî Bomsê, Îsraîla şebeka terorê li ser zarokên Filîstînî wiha me’mele dike: Di nîvê şevê de, bi awayî zarok û malbatên wan û ehlê mehelê bên tirsandin, zaroka digrin. Çavê wan girê didin. Destê wan ji paşve bi kelepçe dikin. Davêjin erebê dibin hepsa. Berî têxin hepsan, pir li wan dixin bi şeklê eskerên Emrîka li Îraqiyan di bin çavde bikar dianîn. Ji vê şeklê lêdanê re eskerên Emrîka digotin “Nermkirina hiş” Piştî lêdanê, her zarokî bi tenê, dixin hucrê biçûk û bêpace. Zarokên girtî, heta ku li xwe mikur bên, li wan carna bi rojan îşkence dikin. Di pirsiyariyê de jî li wan îstîsmara fizîkî û îşkencê psîkolojîk dikin. Wan bi dê û xwehê wan tehdît dikin. Dibêjin ku eger xeber nedin wê xaniyê wan jî xera bikin.

Boms di dawiya hevpeyvîna xwe de diyar kir ku dixwaze, îşgala Filîstîn bidawî bibe. Lewra encax bi dawîna işgalê, wê hemî binpêbûna heqên însana rabin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.