Ji belavkirina kitêbên mustehcen re bertek

Ji belavkirina kitêbên mustehcen re bertek

BÛRSA - Serokê Şaxa Egîtîm-Bîr Senê yê Bûrsayê Numan Şeker ji ber ku Şaredariya Nîluferê di bergeha projeya bi nivîskaran re hevdîtinê de li mekteban ji xwendevanan re belavkirina kitêbên mustehcen re bertek nîşan da.

Di bergeha projeya Şaredariya Nîlufera Bûrsayê de li mekteban kitêba bi navê ‘Quzilqurt’ ê ku nivîskarê wê Muzaffer Îzgu ye û di navaroka kitêbê de tiştên mustehcen hene ji xwendevanan re hatin belavkirin.Ji ber vê yekê Şeker di derbarê mijarê de destnîşan kir ev kiryara ku hatiye kirin li dijî  Qanûna Bingeh a Perwerdehiya Neteweyiyê  ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha em ji vê derê pirs dikin.Ew ê hisaba vê bêexlaqiyê kî bide?Ev kitêbên ku li dijî çand, orf, bastan û nirxên civakê ne çawa hatin belavkirin?”

Şeker di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku li ser vê meselê bê sekinîn(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.