Ji Ber Çopê Nerazîbûna Ehlê Sepneyê
Gundê Sepneya ku bi ser merkeza Mûşê ve ye, bi pisgirêka çopê hat rojevê. Niştecîyên gund ji ber ku rayedar bi derdê wan re eleqe nakin, nerazîbûn nîşandan û ji walî alîkarî xwestin.
Ehlê gundê Sepneya ku bi ser merkeza Mûşê ve ye, gazinan dikin ku çopên wan nayên berhevkirin, diwxazin me’mela însanî bibînin.
Niştecîyên Sepnê tînin ziman ku bi salan e pirsgirêka wan a çopê nayê helkirin, ji lew bertek nîşanî xemsarîya rayedaran dan.
Niştecî îfade dikin ku tu kes bi derdê wan re eleqe nake.
Zarokên mehelê jî îfade kir ku êdî naxwazin di nava çopê de bijîn û ji Walîyê Mûşê Vedat Buyukersoy alîkarî xwestin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.