Ji ber ku dê qedexeya zozanan bê rakirin koçer kêfxweş in

Ji ber ku dê qedexeya zozanan bê rakirin koçer kêfxweş in

Koçeran ji ber daxuyanîya Serokomar Erdogan “dê qedexeya zozanan bê rakirin” kêfxweşîyên xwe anîn zimên û diyar kirin ev qerar dê feyde bide aborîya welêt.

Welatîyên ku li Silopîya Şirnexê karê ajaldarîyê dikin destnîşan kirin dema ku qedexeya zozanan bê rakirin ew ê aborîya baş jê feyde bibîne.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê qedexeya zozanan a ku ji biharê vir ve ji ber ewlehîyê hatiye îlankirin de destnîşan kir ew ê qedexe bê rakirin. Koçerên ku li beldeya Çalişkana Silopîya Şirnexê karê ajaldarîyê dikin derbarê vê daxuyanîyê de nirxandinan  kirin û destnîşankirin ev qerar dê sûdê bide aborîya welêt.

Hasan Meteyê ku karê heywanan dike derbarê mijarê de diyar kir  digel vê qerarê dê hilberîna şîr zêde bibe û dê bihaya goşt jî kêm bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke ku Serokomar got ger qedexe bê rakirin ew ê ajaldarî zêde bibe û dê feydeya wê ji aborîya welêt re jî gelekî zêde bibe.  Me şîr, pênîr, goşt û hingiv li zozanan dihilberand. Berîya vê qedexê 3 hezar, 4 hezar heywanên her malekê hebû. Ew belaya terorê hat û mecbûr man temamê heywanên xwe bifiroşin. Niha di her malî de 50 heywan hene. Elbet ger ev qedexe rabe em dîsa heywanan bistînin û dê heywanên me zêde bibin. Ger zozan vebin em ê heywanên xwe derxînin zozanan û dê di warê hilberînê de zêdebûneke çêbibe. Ew ê feydeya vê yekê li aborîya welêt jî çêbibe.”

Her wisa welatîyê bi navê Îrfan Tîmur û muxtarê taxê Huseyîn Înal jî derbarê rakirina qedexeya zozanan de kêfxweşîyên xwe anîn zimên û diyar kirin ger qedexe bê rakirin ew ê him ji bo wan û him jî aborîya welêt baş bibe.(ÎLKHA)


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.