“Ji ber ku tu kesê me li serê çiyê nehatiye kuştin mala me xera kirin”

“Ji ber ku tu kesê me li serê çiyê nehatiye kuştin mala me xera kirin”

DİYARBEKİR - Malbata Demîrtaş diyar kir ji ber ku tu kesê wan li serê çiyê di nava sefê PKKê de nehatiye kuştin mala wan ji teref Şaredariya Kayapianara Diyarbekirê ya DBPyî ve hatiye xerakirin.

Di wan rojê borî de yekîneyên ku girêdayê Şaredariya Kayapinara Diyarbekirê ne di bin çavderiya polêsan de maleke yek qetî ya li herema Kume Evlerê  bi hinceta ‘qeçax e ‘ xera kirin.

Xwediyê xanî diyarkirin di heman taxê de bi dehan kesên wek wan hene lê li van malan mudaxele nehatiye kirin.Her wiha xwediyê xaniyê îddîa kir ku wezîfedarên zabitayên şaredarîyê ji bona avakirina xaniyê  ji wan 15 hezar tl xwestine .

Nîştecihên taxê diyarkirin herem wek malê weqfê tê zanîn û li vê derê xanîyên mustaqîl xera dikin û di şûna wan de ji teref muteahîtên ku bi şaredarîyê li hev kirine ve apartman tên avakirin.

Kesê bi navê Ecevît Demîrtaş ê ku di înşaatan de dixebite diyar kir doh serê şeveqê wezîfedarên şaredarîyê û polêsan  hatine mala wan û dest bi xêrakirina xaniyê kirin.

Demîrtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi xwe ji teref polêsan ve hatiye kelepçekirin û xanima wî jî hatiye derbkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wextên şeveqê di derdora seat 04.00an de digel polêsan hatin mala me û mala me xera kirin.Berî ku mala me xera bikin telefonên me ji me standin û destên me kelepçe kirin.Hetta ji ber ku xanima min li ber xwe da wê derb kirin.A niha tu derê min nîne ku ez biçimê.Li Diyarbekirê weke mala min bi hezaran mal hene.Çima tenê mala min xera dikin?Ev der ji me re ji bav û kalên me mane, malê hevpar a gund e.”

Ji bona ku karibe xanî ava bike amîrê zabitayan 15 hezar Tl xwest

Demîrtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bona ku ew karibe xanî ava bike amîrê zabitayan 15 hezar Tl jê ruşvet xwestine û ew bi xwe jî ji ber vê yekê mîktarek pere daye wan.Demîrtaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku min hêj nû malê çêdikir hatin carekî xera kirin.Piştî bûyerê zabitayên bi navê Kemal û Ozgur  ji bona ku em karibin xaniyê xwe ava bikin ji me 15 hezar tl xwestin.Min ji nivî zêdetirê pereyan da wan.Bû doh hatin pereye ku maye xwestin lê perê min nîn bû.Ji xwe îro hatin mala min xera kirin.Hiqûqekî bi vî awayî nîn e.Çi dibe tê serê feqîrên wek me.”

Îbrahîm Oruçê ku naskiriyê Demîrtaşî ye di derbarê mijarê de diyar kir ew bi xwe çendîn caran bi wezîfedarên şaredarîyê axiviye lê axavtinên wî bêencam mane.Oruç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wezîfedarên şaredarîyê pirsa ‘Şehîdê we an jî kesekî we yê ku li çiyê miriye heye?We ji bo partiyê çi qas bedel da?’ pirs dikirin.Wê demê qet tiştek ji wan fêm nedikir. Ji bona avakirina xaniyekê ji çiyan re şandina însanan fikreke xelet e.”

 “Ji bona ku em karibin xanî ava bikin gelo divê em însanan bişînin serî çiyê?”

Oruç di berdewama axavtina xwe de diyar kir  divê şaredarî li dijî temamê hemwelatîyan wekhev tevbigere û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mala xwuşka min şewitandin.Gelo ev qedexe çima tenê ji bo me hene?Heger ku qedexe hebin bila ji bo hemû kesî hebin. Wezîfedarên şaredarîyê pirsa ‘Şehîdê we an jî kesekî we yê ku li çiyê miriye heye?We ji bo partiyê çi qas bedel da?’ ji min dikirin.Gelo kirina van şert e?Ji bona ku em karibin xanî ava bikin gelo ji serê çiyan re şandina zilaman pêwîst e? Ji bona ku tu kesî derneketibû serê çiyê û nemiribû xaniyê me xera kirin.”(ÎLKHA)

 













 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.