Ji ber lehîyên li Nepalê nêzîkî 2 hezar kes winda ne
Li gorî Ajansa Kêmkirin û Birêvebirina Rîska Felaketên Neteweyî ya welat, çarenûsa nêzîkî 2.000 kesan hîn nayê zanîn.
Li gorî daxuyaniyek ji rêxistinê, piştî lehîyên mezin ên li Nepalê nêzîkî 2.000 kes winda ne, lê zêdetirî 4.400 kes hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "1924 kes winda ne" û 517 ji wan geştiyarên biyanî bûn.
Li gorî daneyên heyî, 15.431 kes beşdarî operasyona rizgarkirinê dibin.
Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê heta niha cenazeyên 579 qurbaniyan derxistine. Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)



Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.