Ji ber tesîra teqîna xaniyên derdorê hilweşiyan
Di teqîna ku îşev li Taxa Ben û Sena Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat de malên derdorê ji ber tesîra teqînê hilweşiyan û zirar dîtin.
Piştî teqîna ku di derdora seat 19.00an pêk hat de tehrîbatên ku di malan de pêk hatine derketin holê.Di teqîna ku pêk hatibû de kesek miribû û zarokek jî birîndar bûbû.
Ji ber tesîra teqînê 6 mal hilweşiyan û bûn mîna kavilan û 3 wesayît jî ji teqînê zirar dîtin.
Li taxê hat dîtin nîştecihên taxê hêj tirsa teqînê ji ser xwe neavêtine.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.