Ji bernameya mewlîdê re asteng
Xwendevanên Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê bi minasebeta Qendîla Mewlîdê îşev dê bernamek lidar bixistina hat ragihandin ku ev bername ji ber astengiyên bîrokratîk hat betal kirin.
Ji teref xwendevanên Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê bi minasebeta wîladeta pîroz bernameyek bi navê ‘Rêberê xelasî û azadiyê Hz Muhemmed (rxl)’ amade kiribûn da ku îşev di Zanîngeha Artukluya Mêrdînê de lidar bixin. Lê hat ragihandin ku ev bername ji ber astengiyên bîrokratîk hat betal kirin.
Ji teref Koma Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê ve dê bernameya ku di naveroka wê de ‘ Tîlaweta Qur’ana Pîroz, îlahî, aheng û helbest’ hebû bihata lidar xistin. Lê ev bername hat betal kirin. Hêj jî hinceta betalkirina vê bernamê nehatiye eşkere kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.