Ji bo 19 bajaran hişyariya zer hat dayîn
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran, ku di nav wan de Dîyarbekir, Semsûr, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Xarpêt jî hene, hişyariya zer da.
Ji ber barana zêde ya ku tê texmînkirin tesîrê li rojhilatê Tirkîyeyê bike, Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran hişyariya koda zer da. Di hişyariyê de tê pêşniyarkirin ku li dijî şert û mercên xerab ên wekî lehiyên ji nişka ve, bilindbûna avê, birûsk, teyrok, bayên bihêz û astengiyên veguhastinê tedbîr werin girtin.
Ji bo Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Dîyarbekir, Xarpêt, Erzirom, Colemêrg, Hetay, Qers, Meletî, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Wan, Êlih, Şirnex, Îdir û Osmaniyeyê ku lê baraneke gur lê heye, hişyariya zer a meteorolojiyê hat dayîn.
Li gorî Saziya Meteorolojiyê ya Tirkîyê (MGM), îro li bajarên rojhilat, bi taybetî di navbera nîvro û êvarê de, baraneke giran tê texmînkirin. Herêmên di bin talûkeyê de ne Çewlik, Mûş, Bitlîs, Dêrsim, Xarpêt û Colemêrg, her wiha deverên rojhilatê Sêrt û Şirnexê û deverên bakur ên Dîyarbekir, ÊLih û Semsûrê ne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.