Ji bo gelê Silopî piştgiriya derûniya civakî

Ji bo gelê Silopî piştgiriya derûniya civakî

Ji ber pevçûnan gelê ku mexdûr bûye ji teref Wezîrtiya Polîtîqayên Malbat û Civakî ve di Silopiya Şernexê de piştgiriya derûniya civakî didome.

Pisporên ku ji bajarên cûda hatine malbatên ku ji bûyeran bandordar bûne yek û yek digerin û piştgiriya derûniya civakî didin wan. Midûrê Bajêr ê Polîtîqayên Malbat û Civakê Muzaffer Akçam di navçeya Silopî de mala welatiyê Y.Uyê ziyaret kir. Akçam ji bo demekê dirêj bi xwediyê malê û zarokên wî re sohbet kir. Xwediyê malê Y.U diyar kir ku ji vê ziyaretê gelek kêf xweş bûye.

Piştî ziyaretê Midûrê Bajêr ê Polîtîqayên Malbat û Civakê Muzaffer Akçam daxuyanî da. Akçam destnîşan kir di dema ziyaretê de di bergeha xebatên wan de malbat bi şiklekî dilgerm wan pêşwazî kirine.

Akçam diyar kir bi tîmên ku ji 150 kesan pêk tên yek û yek malbatan ziyaret dikin da ku piştgiriya derûniya civakî bidin wan. Her wiha Akçam destnîşan kir pirraniya 8 taxên ku pevçûn bi şiklekî dijwar didomiya ziyaretên xwe qedandine. Dûvre Akçam axavtina xwe wiha domand: “Her ekîbên me ji 5 kesan pêk tên. Di nav van ekîban de civaknas, derunînas û kargerê civakê hene. Kargerên me yên pîrek jî amade ne. Di navçeyê de heta niha me 4 hezar û 400 malbatan ziyaret kirine. Ji bo ku ji hezar û 200 malbatan re alîkarî ji teref Wexfa Alîkariya Civakî û Piştgiriyê ve were kirin em ketin têkiliyê. Ji midûrtiya tendirustiyê jî ji bo ku alîkariyê nêzê 800 malbatan were kirin jî em ketin têkiliyê. 40 kes jî bi wesîla Midûrtiya Tendirustiya Gel ji bo ku xizmeta malbatên ku niyazmendê lênihêrînê ne hatine wezîfedarkirin.

 ‘Gel me bi şiklekî kêfxweş pêşwazî dike’

Midûrê Bajêr ê Polîtîqayên Malbat û Civakê Muzaffer Akçam diyar kir ku gel wan bi şiklekî kêfxweş pêşwazî dike û cîran jî bi îsrar wan dewetê malên xwe dikin. Dûvre Akçam  axavtina xwe wiha domand: “Di derbarê xebatên ku me kirine heta niha me tu pirsgirêk anjî rewşekî neyînî neditine. Gel dixwaze ku em wan ziyaret bikin.”

Her wiha Akçam bal kişand ku ji ber pêvajoya pevçûnan li bajar û navçeyên ku bûyer diqewimin xebatên wiha didomin. Dûvre herî dawî Akçam destnîşan kir ku di Silopiyê de dê ew hemî malbatên ku di navçeya Silopî de ne ziyaret bikin. (ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.