Ji Bo Ğezzeyê Daxwaza Firogehê
Hevdîtinên agirbesta daimî, hevîyên ji bo ji nû de avakirina Firogeha Ğezzeyê ya Navneteweyî xurtir kir. Piştî Peymana Osloyê ya di 1994an de, dest bi înşaeta firogehê hatibû kirin, lê bi êrîşên di 2000î de firogeh bûbû enqaz. Li aliyê din masîvanên Ğezze
Bi hevdîtinên agirbesta daimî, li Ğezzeyê hêvîyên avakirina firogeh û lîmanê yên navneteweyî xurtir bûn.
Lîderê Teşkîlata Rizgariya Filistînê Yaser Arafat, di 1994an de piştî ku peymana Osloyê îmze kiribû, dest bi înşaeta firogehê hatibû kirin. Lê di 2000î de bi êrîşan înşaeta firogehê bûbû enqaz.
Di rapora ku Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk a Filistînê weşandiye de weha hat gotin: “Firogeha navneteweyî ya Ğezzeyê, digel serxwebûna neteweyî û serweriya îdara Filistînê sembolîze dike, ûnsûrek e ku hebûna dewletbûnê kamil dike.”
Li aliyê din masîvanên Ğezzeyê li gorî çarçoveya agirbestê, dixwazin seha wan a ji bo nêçîrê ji 6 mîlan dirêjî 12 mîlan bibe. Berî niha gava ku masîvan, seha tesbîtkirî derbas dikirin marûzî êrîşên siyonîstan dibûn. Masîvanên Ğezzeyê dan zanîn ku piştî salan rihet û hêsan derketine nêçîrê û heta niha li wan tu êrîş nehatiye kirin.
Merivên hêsîrên Filistînê yên di zindanên Îsraîla rejîma terorê de, li Ğezzeyê li ber buroya Teşkîlata Xaça Sor çalakiyek li dar xist. Protestovanan resmên merivên xwe yên girtî hildan û ji bo berdana wan slogan avêtin.
Li gorî rapora Wezareta Hêsîrên Filistînê ya ku di meha Tebaxê de hat weşandin di hepsên Îsraîla siyonîst de nêzî 7 hezar hêsîrên Filistînê hene.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.