Ji bo ku hûn di cejnê de birîndar nebin bal bide van qaîdeyan!
Pispor diyar dikin ku serjêkirina nezanîn a qurbanan dibe sedema birîndariyên giran û rîska enfeksiyonê; ji ber vê yekê wan bang li welatiyan kir ku piştgiriya profesyonel bigirin û balê bikişînin ser paqijiyê (hîjyenê).
Di serdema cejnê de ku her sal bi mîlyonan kes qurbanan serjê dikin, ji ber sepandinên (pêkanînên) şaş bi hezaran kes serî li servîsên acîl ên nexweşxaneyan didin.
Pisporên tenduristiyê diyar dikin ku bi taybetî serjêkirina qurbanê ya ji aliyê kesên bêtecrûbe ve bi serê xwe, dikare bibe sedema birîndariyên giran. Di serî de bûyerên ku herî zêde tên dîtin; birînên kûr ên kêran, birîndariyên li ser rîşiyan (tendon), şikestina hestiyan û travmayên ji ber derbên heywanan tên.
Li gorî pisporan, di nav sedemên herî girîng ên qezayan de bêtecrûbeyî, bikaranîna alavên (ekipmanên) ne guncaw û bi têra xwe kontrolnekirina heywanan cih digirin. Bi taybetî ji ber destên ku şemetok (lîskwî) dibin, derketina kêran a ji kontrolê dibe sedema birîndariyên giran.
Nek tenê birîndariyên fîzîkî, lê her weha enfeksiyonên ku ji ber kêmasiya paqijiyê (hîjyenê) çêdibin jî di nav rîskên girîng de tên nîşandan. Veteriner û bijîşk balê bikişînin ser wê yekê ku birînên vekirî yên ku bi xwîn û bermayiyên heywanan re dikevin têkiliyê, dikarin bibin sedema enfeksiyonên mîkrobîk ên giran.
Di gelek welatan de her cejn dîmenên wekhev tên dîtin. Li Tirkiyeyê di salên borî de hatibû ragihandin ku tenê di roja yekem a cejnê de bi deh hezaran kes di dema serjêkirina qurbanê de birîndar bûne û serî li saziyên tenduristiyê dane.
Pispor pêşniyar dikin ku serjêkirina qurbanan heta ku pêkan be di serjêxaneyên (kesimhaneyên) fermî û kontrolkirî de bêt kirin. Tê diyarkirin ku di van navendan de hem şertên paqijiyê (hîjyenê) tên peydakirın hem jî bi saya qesabên profesyonel rîska qezayan bi rêjeyeke berçav kêm dibe.
Her weha ji welatiyan re van hişyariyan dikin:
Divê kêrên ku di serjêkirinê de tên bikaranîn tûj û ewle bin,
Bikaranîna destgorekên (eldivenên) ku rê li ber şemitînê digirin,
Bi awayekî guncaw sabîtkirin û girêdana heywanê,
Dûrkirina zarokan ji qada serjêkirinê,
Paqijbûn û ne şemetokbûna zemîna qada serjêkirinê,
Di rewşa birîndarbûnê de bi awayekî lezgîn girtina midaxeleya bijîşkî.
Pispor destnîşan dikin ku ji bo hewaya manewî ya Cejna Qurbanê ji ber qezayên ku ji ber bêdasiyê (dikkatsiziyê) çêdibin tîrêj (sîber) nebe, divê welatî bi hişmendî tevbigerin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.