Ji bo qeyrana Başîqayê lijne çû Baxdayê

Ji bo qeyrana Başîqayê lijne çû Baxdayê

ENQERE - Ji bo dawî li qeyrana Başîqayê ya di navbera Tirkiyê û Iraqê bê anîn ji Enqerê lijneyek ji Enqerê çû Baxdayê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin dê di navbera lijneya ku serokatiya wê Musteşarê Wezareta Derve Umît Yalçin dike û di navbera Iraqê de, Kampa Başîqayê dê bê muzakerekirin da ku Kampa Başîqayê têkeve nava statuya hêzên koalîsyonê an jî tevlî operasyonan bibe.

Her weke ku dê bê bîran Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku di derbarê operasyona Mûsilê da de wiha destnîşan kiribû: “Sînorê me bi Iraqê re 350 kîlomêtre ye. Lêbelê yên ku eleqeya wan bi Iraqê re  tuneye, ketina wan a Iraqê heq e, lê ku behsa me tê kirin dibêjin  Bexdayê ji wan re gotiye ‘Werin.’ Ger ku dixwazin bila Mîsaqî Mîlliyê bixwînin.Em ê him li masê him jî di operasyonan de jî hebin. Lewra li vê derê ji bo me dîrokek veşartiye.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.