Ji bo serîlêdanên taşeron îro roja dawî ye

Ji bo serîlêdanên taşeron îro roja dawî ye

Wextê serîlêdanên ku di 2yê Çileyê de bo karkerên taşeron dest pê kiribû û ji bo derbasî kadroyê bibin wê îro bi dawî bibin.

Digel qerarnameya ku di 24ê Kanûnê de hat derxistin ji karkerên taşeron ên ku şertû mercên ku tê diyarkirin bi xwe re vediguhezînin mafê kadroyê hat dayîn. Di bergeha vê qerarnameyê de serîlêdan di 2yê Çileyê de dest pê kiri û ew ê serîlêdan îro bi dawî bibin.

Piştî serîlêdanên ku dê bên kirin re ew ê serîlêdan ji teref komîsyona tespîtê ve di navbera dîrokên 12ê Çilê û 20 Sibatê de bên lêkolînkirin û ew ê karker karibin di navbera 21-23ê Sibatê de ji encaman re îtîraz bikin.

Her wiha ew ê di 3-22ê Adarê de îmtîhan bê kirin û ji sazîya îmtîhanê re jî di navbera 23-26ê Sibatê de karibe îtîraz bên kirin. Ew ê piştî lêkolîna îtîrazan û lîsteya teqez re encam di 27-31ê Sibatê de bên eşkerekirin.

Kesên ku heq bi dest bixin heta 2wê nîsanê wê derbasî kadroyê bibin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.