Ji bo Xezaliyên nû bigihijin divê di warê perwerdehiyê de pergaleke nû bê sazkirin

Ji bo Xezaliyên nû bigihijin divê di warê perwerdehiyê de pergaleke nû bê sazkirin

STENBOL - Nivîskar Yusuf Kaplan di derbarê paketa perwerdehiya demkî de destnîşan kir bi vê yekê guhartin nikarin bên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji pergela perwerdeyeke ku Gazalî, Îbnî Sîna, Îbnî Erebî, Îmam Rabbanî, Yunus,Mewlana û Sînayên n

Nivîskar Yusuf Kaplan di derbarê paketa perwerdehiya demkî de destnîşan kir bi vê yekê guhartin nikarin bên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji pergela perwerdeyeke ku Gazalî, Îbnî Sîna, Îbnî Erebî, Îmam Rabbanî, Yunus,Mewlana û Sînayên nû bigihîjîne re hewcîtî heye.”

Kaplan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê di bergeha dinamik û danehevên Medeniyeta Îslamê de modeleke nû ya perwerdê bê sazkirin ango divê pergaleke nû ya perwerdehiyê ji nû ve bê sazkirin.

Kaplan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev nûjeniyên ku di warê perwerdehiyê de tên kirin tu fede nade  û li Tirkiyê dibe sedema sekûleriyê.Her roja ku derbas dibe zarokên me dibin êsîrê çanda Xerbê.Ji ber vê yekê divê li Tirkiyê di warê perwerdehiyê de gavên mîna şoreşê bên avêtin.”

Kaplan di her wiha destnîşan kir bi paketa perwerdehiya demkî guhartin nikarin bên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya perwerdehiyê meseleya medeniyetê ye.Em li gor çanda Xerbê însanan mezin dikin.Kû dera vê yekê ‘Perwerdeya Netewî ye.’Ji pergela perwerdeyeke ku Xezalî, Îbnî Sîna, Îbnî Erebî, Îmam Rabbanî, Yunus,Mewlana û Sînayên  nû bigihîjîne re hewcîtî heye.Ger ku di naveyna van 10 salan de mudaxele li vê yekê neyê kirin em ê di navbera 2 neslan de winda bibin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.