Ji bo zarokan çiqas hezkirin girîng be, ewqas jî hevgirî jî girîng e!
Pispor dibêjin ku avakirina têkiliya di navbera dê-bav û zarok de li ser bingehên saxlem, di pêşketina zarok de rolekî girîng dilîze.
Derûnnasa (Psîkolog) Klînîk Aybeniz Yıldırım destnîşan kir ku têkiliya tendurist a dê-bav û zarokî dikare bi girêdana ewledar, mafê axaftinê dana zarokî, li gorî temenê wî qezenckirina berpirsiyariyê û helwesta hevpar a ebeveynan çawa bibe xurtkirin.
Girêdan dikare wekî zayîna derûnî ya ferd jî bê binavkirin!
Derûnnasa Klînîk Aybeniz Yıldırım diyar kir ku di têkiliya dê û zarokî de yek ji xalên ku girîngî li ser tê dan girêdan e û got: "Girêdan rewşeke ku aliyê wê yê hestiyarî giran e û divê hebe ye. Em dikarin bibêjin ku girêdana di sawayiyê (pitiktiyê) de hinekî din nîşandana bertekên erênî yên li beramberî kesekî diyarkirî ye û xwestina derbaskirina piranîya demê bi wî kesî re ye."
Yıldırım anî ziman ku di beramberî tiştekî ku tirsê çêdike an jî li hemberî tiştekî de ew kes dikare bê gerîn û wiha axivî: "Bi rastî li vir ferqkirina hebûna kesê ku pê re girêdan hatî çêkirin, di heman demê de rehetbûnekê dide sawayan û zarokan. Ev girêdan bi awayekî berdewam dike. Em dikarin vê di xalên cuda de jî bibînin. Di serdema zaroktiyê de zarok dixwaze gaveke ferdî bavêje, yek-du gavan diçe pêşiya xwe lê piştre tavilê li paş xwe dinêre bê ka kesê girêdanê li wir e an na. Pêdiviya kontrolkirinê dibîne. Di rastiyê de em dikarin girêdanê wekî zayîna derûnî ya ferd jî binav bikin."
Bingehê girêdana ewledar, hîskirina qebûlkirina bêmerc a ji zarokî re derbas dibe!
Yıldırım bal kişand ser girîngiya parastina girêdanê ya ji bo ku têkiliya di navbera dê û sawayê de di salên paşerojê de bê xurtkirin û got: "Di hinek rewşan de ew dikarin vê girêdanê piştre pêk bînin an jî bi girtina nûçeya diyabûnê re carinan girêdaneke tam nikare bê çêkirin."
Yıldırım tomarkir ku ya girîng ew e ku ji bo xurtkirina girêdanê çi dikare bê kirin û ev daxuyanî da: "Lîstikên ku bi sawayê re têne lîstin dikarin giraniya xwe zêdetir nîşan bidin. Bi rastî ev tonekî dengî, nêzîkatiya tijî hezkirin, di navbera lîstikê de li rex wî/wê bûn û lihevatina me ya bi tercîhên wî/wê re gelek tiştan dihewîne. Ev girêdan bi rastî xaleke qebûlkirina bêmerc e jî. Zarok vê hîs dike. Sawa û zarok bi vê rêyê şekil digirin. Bi ferqkirina ku di her rewşê de diyaketî an kesê xwedîker li wir e, ev pêvajo diçe xaleke hêjatir."
Zanîna zarokî ya ku di pêvajoyên biryardanê de mafê wî yê axaftinê heye, pêşketina wî ya tendurist piştgirî dike!
Yıldırım dest li ser reftarên xelet ên di têkiliya dê û zarokî de jî da û van tiştan got: "Di vê mijarê de em dikarin behsa helwestan bikin. Gotineke welê heye: 'Me ne ku tiştek ji dê û bavê xwe re digot, me tu carî nedikarî fikirên xwe jî veguhêzin.' Helwesta li bal me êdî hinekî din guherî. Em dikarin behsa helwesteke ku em nêrîna zarokî jî digirin an jî daxwazên wî li ber çavan digirin bikin. Helwestên niha hinekî din helwestên ku zarok navendî ne. Ez dikarim bibêjin ku ji biryarên hevpar berdewam dike. Bi navê xwe yê di klînîkê de 'Helwesta Demokratîk'. Kesên ku vebijarkan pêşkêş dikin dê û bav in, lê zanîna zarokî ku li vir mafekî wî jî heye ji zarokî re baş tê."
Ya ku ji bo zarokî girîng e ne dema dirêj e, bi rastî li wir 'amadebûn' e!
Aybeniz Yıldırım xêz li bin wê yekê kişand ku dayikên ku dixebitin hem di xalên girêdana hestiyarî hem jî di têrkerî li vir bûn û derbaskirina dema biqalîte de hinekî tengasiyê dikişînin û got: "Tiştê ji demê girîngtir ew e ku bi rastî li wir bî û tiştekî parve bikî. Ne ku bi telefona di destê xwe de bi işekî din re mijûl bî, di rojê de 15-20 deqîqe be jî bi rastî veqetandina demê ji bo wî/wê û birêvebirina tiştekî bi hev re dikare zarokî bide hîskirin ku ew hêja ye."
Divê berpirsiyarî ji temenên piçûk vir ve bê danûstandin ji zarokî re!
Yıldırım li gotinên xwe zêde kir ku dê an bav bi taybetî di komên temenên pêşketî de bi gotinên mîna 'Ödeva te heye, te ödeva xwe kir, te dersa xwe xwend?' nîqaşê derdixin holê û wiha axivî: "Bi rastî ez difikirim ku ji temenên piçûk vir ve dana vê berpirsiyarî ji zarokî re pir hêja ye. Ji zarokekî ku hatibe temenê dibistana navîn û lîseyê re divê gotinên mîna 'Dersê bixwîne, dersa te heye, ji bo îmtîhana xwe bixwîne' neyên gotin. Li vir kar dikare zehmettir bibe. Li vir xala herî girîng ew e ku ev berpirsiyarî ji zarokî re hatibin dan."
Dê û bav divê bikaribin ji heman tiştan re ji bo zarokî bibêjin erê an na!
Yıldırım teqez kir ku dema dê û bav di fikirên cuda de bin dînnamîkek di navhevketî derdikeve holê û got: "Zarok bi rastî ferq dike ku diya wî dê ji çi re bibêje erê û ji çi re bibêje na an jî dê çi ji zarokî daxwaz bike. Difikirin ku 'Ez vê ji diya xwe re bibêjim na, lê ez dizanim ger ez ji bavê xwe re bibêjim dê bibêje erê' an jî 'Ez dikarim vê rehetir ji bavê xwe daxwaz bikim.' Ez dikarim vê pêşniyar bikim ku divê em bikaribin ji heman tiştan re bibêjin erê an na. Dibe ku pir sade bête dîtin lê di sepandinê de xaleke ku zehmetî tê de ye. Bi vê yekê em dikarin di zarokî de xalên pêşketina tendurist bibînin, neku zarok dikare di ragihandineke pevçûnî de bimîne."
Li dijî manîpûlasyona zarokî divê rêzikên malbatê zelal û hevpar bin!
Yıldırım axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir ku ji bo manîpûlekirina dê-bavan a ji aliyê zarokan ve bê kêmkirin divê malbat xalên xwe yên lawaz di navbera xwe de zelal bikin: "Zarok dê gelek caran bi gotinên mîna 'Lê diya/bavê hevalê min destûrê dide, lê hevalê min dike' werin hemberî me. Xala herî girîng a ku li vir bê destnîşankirin ev e: 'Erê dibe ku hevalê te vê bike lê ji ber rêzikên malbata me em ji vê re dibêjin na, ev ji bo me ne rast e.' Yanî ji temenên piçûk vir ve teqezkirina ku rêzikên her malbatê dikarin cuda bin ji bo zarokî girîng e."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.