Ji Bo Zarokên Xwe Li Hêviya Alîkariyê Ye
5 zarokên malbata Kinsûna ku li Çawîşlara gundê Çolîgê rûdinin, bi qansera xwînê ketibûn. 3ê wan can dane, 2ê wan jî li ber nexweşiyê di ber xwe didin û li ber çavê malbatê dihelin. Malbat di pêvajoya tedawîyê de li hêviya alîkariyê ne.
Malbata Kinsûn li Çawîşlera gundê Çoligê rûdine. 8 zarokên malbatê hene û ji wan 5 kes bi qansêra xwînê ketine. Heta niha ji zarokên nexweş 3 kesan can dane, 2ê mayî jî li ber nexweşiyê di ber xwe didin û li ber çavê malbatê dihelin.
Malbat di pêvajoya tedawiyê de li hêviya alîkariyê ne. Bav Ebdurrehman Kinsûn da zanîn ku ji wan yek qîz 3 zarokên wî bi qansêrê can dane, 2 zarokên wî jî, ji eynî nexweşiyê perîşan in û wiha dewam kir: “Ji ber ku ez bi nexwşiya wan re eleqedar dibim, ez nikarim karekî bikim. Ji bo qîza min Esmayê, divê acîl neqla mêjîyê hestî bê kirin. Ez ji rayedar û welatiyan alîkariyê dixwazim”
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.