Ji bo zarokên xwe yên kerr li benda alîkariyê ye

Ji bo zarokên xwe yên kerr li benda alîkariyê ye

DİYARBEKİR - Qadrî Bozanê ku li Diyarbekirê dijî ji bo zarokên xwe yên kerr li benda alîkariyê ye, lewra her du zarokên wî jî hêj dema ku ji dayikbûne ve nabihîzin.Bav Bozan ji bo karibe mekîneya bihîstinê ji zarokên xwe re bistîne alîkariyê teleb kir.

Beyza(10) û Muhammed Numan Bozan(7)ê ku digel bavê xwe li Kayapinara Diyarbekirê dijîn hêj dema ku ji dayîk bûne ve guhên wan nabihîsin.Bav Bozan dixwaze ku ji zarokên xwe yên kerr yanî guhên wan nabihîzin re cihaza bihîstinê bistîne, lê belê ji ber ku rewşa wî ya îqtîsadî nebaş e ji kesên xêrxwaz alîkariyê teleb dike.

Bav Bozan di derbarê mijarê de destnîşan kir ew bi sed zehmetî li zarokên xwe dinêre û wan mezin dike.Bozan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min zarokên xwe da ameliyatkirin û cihaza bihîstinê bi guhên wan ve kir. Bi vî awayî guhên zarokên min bihîstin.Lê belê zehmetî piştî ku garantî û wextê bikaranîna cîhazan xelas   dibe re dest pê dike. Ez li dijî van zehmetîyan naçar dimînim.Ev cîhan tenê ji teref fîrmayekê ve tên firotin û bihaya wan jî 22 hezar lîre ye.Dema ku cihaz xera dibin ez dişînim fîrmayê, lê belê bihaya wê gelek zêde ye.Dewlet tenê 11 hezar û 500 lîreya van cîhazan digre ser xwe.8 hezar û 500 lîreyê din jî dibe barê stûyê min.Kesekî ku bi desthêqê asgarî dixebite bêîmkan e ku van pereyan bide.”

“Em di nava naçariyê de ne û li benda arîkariyê ne”

Bozan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê cihaza lawê wî Muhammed bê guhartin  lê ji ber ku mesrefa wê zêde ye ew nikare cîhazê bide guhartin.Bav Bozan dû re wiha pê de çû: “Li gor têgihiştina dewleta civakî, dewlet ji tedarikirina pêdiviyên zarokên bi asteng mukellef e. Em di nava naçariyê de ne û li benda arîkariyê ne.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.