Ji ciwaniya HUDA PARê bernameya ‘Şehadet’ê
Ji teref Seroktiya Şaxa Ciwaniya Diyarbekirê ya HUDA PARê ve bernameya bi navê ‘Şehadet’ê hat lidar xistin.
Ji teref Seroktiya Şaxa Ciwaniya Diyarbekirê ya HUDA PARê ve di derbarê şehadetê de bername hat lidar xistin.
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu, Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş, saziyên civakî yên siwîl, nûner û malbatên şehîdan beşdarê vê bernamê bûn.
Ev bernameya ku gelek kes beşdarê wê bûbûn bi tîlaweta Qur’ana Pîroz destpê kir.
Di bernamê de Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu diyar kir ku dijminên Mislimanan ji bo ku Mislimanan ji Îslamiyetê dûr bixin hemî bi hev re bûne yek. Lê bi alîkariya Xwedê Teala û cehda Mislimanan re ev plan xirab bûye.
Tanrikulu diyar kir ku ciwaniya HUDA PARê dê hertim li dijî zaliman bibe. Dûvre Tanrikulu destnîşan kir ku hêzên Emperyalîst hewl didin ku beriya xebatên Îslamî bigirin.
Dûvre Tanrikulu axavtina xwe wiha domand: “Wan gotin qey dê me bi kuştinê xilas bikin. Lê em ji nû ve vejîn. Me girtin ku em xwe kerr bikin. Hewl dan ku beriya xebatên Îslamî bigirin. Lê hemd ji Xwedê Teala re ku em vejiyan û îro jî em di qadan de ne.”
Tanrikulu bal kişand li ser şehîdên 6-7ê Cotmehê û diyar kir ku Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî di rêya Xwedê Teala de canê xwe qurban kirine. Her wiha Tanrikulu destnîşan kir ku ji bo Mislimanan di dîrokê de girtin helwet, mihacirî jî seyahet û kuştin jî şehadet e.
“ Ji xeynî baweriya bi pêxemberan em bi piştgiriya doza wan re jî wezîfedar in”
Gotarvanek din ê bernamê Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş bû. Goktaş wiha axivî: “Ji xeynî baweriya bi pêxemberan em bi piştgiriya doza wan re jî wezîfedar in. Divê ku em piştgirî bidin doza wan û em her tim cem wan bibin. Wezîfeya me yê herî girîng ew e doza ku pêxemberan ji me re hêştine em heta qiyametê bidomînin. Ji o vê yekê jî divê ku em ji mal û canê xwe fedakarî bikin.”
“Divê em zarokên umetê yên ku di avê de dixeniqin biparêzin”
Goktaş axavtina xwe wiha domand: “ Îro umet tê xerc kirin. Ji bo doza heq nînin. Îro di erdnîgara Mislimanan de canê herî erzan canê Mislimanan e. Ey alimên ku fetwa didin! Beriya ku hûn umetê dişînin mirine hinekê bifikirin. Dema ku Xwedê Teala canê me dixweze ji bo ku em êrîşê li vir an li wir bikin naxwaze. Divê em zarokên umetê yên kê di avê de dixeniqin biparêzin.”
“Kûfir jî ji ber ku Yasîn û hevalên wî qetil kiriye poşman e”
Goktaş bal kişand li ser teybetmendiyên şehîdan û dûvre axavtina xwe wiha domand: “Her kes dizane ku Yasîn û hevalên wî şehîdin. Aytaç Baran û Cafer Gîzlî şehîd in. Şehîd xwediyê meqamên bilind in. Şehîd beriya ku şehîd neketine jî di dinê de xwediyê meqamê bilind in. Ev kes ji mal, can, serwet, xeyal û dinyayê ji pêş çavên xwe avêtin û çûn cem Xwedê Teala. Ev kes şehîd nînin çi ne? Ew dema ku diçin ji kesên din re eşq û qiwet dihêlin. Em vê yekê ji Yasîn, Aytaç, Hasan, Huseyîn, Riyad û yên din hîn bûn. Kûfir jî ji ber ku Yasîn û hevalên wî qetil kiriye poşman e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.