Ji Dsîyê Îqaza “Tedbîra Xwe Bigrin”
Ji ber xeta îsaleyê ya ava vexwarinê ya Diyarbekir û Erğenîyê, ew ê ji barajê avê bera ser şetê Dîcleyê bidin. Ji ber vê yekê DSÎya karên avê yên dewletê, ji niştecîyên ku li rexê çem dijîn xwest ku bi tedbîr bin.
Ji ber xeta îsaleyê ya ava vexwarinê ya Diyarbekir û Erğenîyê, di navbera 15ê Îlonê û 15ê Mijdarê de ji barajê avê bera ser çemê Dîcleyê didin.
Midûriya herêma 10an ya DSÎya Karên Avê yên Dewletê, beyan kir ku wê li rexê barajê, îstasyona pompeyê bê avakirin. Divê sewiya ava barajê bê daxistin, ji ber vê yekê ew ê devikên bajarê bên vekirin û avê bera ser çemê Dîcleyê bidin.
Midûriya herêma 10an ji ber van tiştan, ji nişteciyên ku li rexê çem dijîn xwest ku bi tedbîr bin.
Wekî tê zanîn çendakî berê li Sêrtê, di çemê Botanê de 6 kesan can dabûn. Di facîaya barajê de bi rojan hatibû xeberdan bê gelo beriya facîayê kesên li herêmê hatine îqazkirin an na û îddîayên di heqê îhmalan de hatibûn rojevê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.