Ji Evîndarên Pêxember li Êlihê seferberîya “Ji Her Malê re Kitêbek”
Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta bernameya “Hz. Pêxember Fêmkirin û Tetbîqkirina Sunneta Wî”seferberîyeke bi navê “Ji Her Malekê re Kitêbek” da destpêkirin.
Ew ê îsal li tevahîya Tirkîyê li 30 navendan bernameya “Hz. Pêxember Fêmkirin û Tetbîqkirina Sunneta Wî” bê tertîpkirin, di bergeha vê bernamê de li Êlihê amadehî bi şikleke lezgîn berdewam dikin û ew ê li Êlihê bername di 15ê Nîsanê de bê tertîpkirin. Ji ber vê yekê Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Evîndarên Pêxember ji ber minasebeta bernameya “Hz. Pêxember Fêmkirin û Tetbîqkirina Sunneta Wî” seferberîyeke bi navê “Ji Her Malekê re Kitêbek” da destpêkirin û ew ê kitêba bi navê “Ji Pêxember Ders” bê belavkirin.
Fevzî Aydinê Serokê Medya û Danasindinê yê Platforma Evîndarên Pêxember berîya bernameya ku dê di 15ê Nîsanê de bê tertîpkirin derbarê amadehîyên ku bo bernamê tên tertîpkirin de agahî da.
“Bo Her Rojekê Hezar Selewatek”
Aydin di destpêka axavtina xwe de diyar kir ew ê ji yekê nîsanê pê ve kampanya selewetan bidin destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Înşallah em ê bi seferberîya Bo Her Rojekê Hezar Selewat selewatan bixwînin. Dema ku ji bernamê re heftîyek ma jî înşaallah em ê li Êlihê mal bi mal bigerin û kitêb belav bikin. Ger em tebîeta xwendinê bi xelkê bidin qezenckirin em ê bextewar bibin.Di vî warî de nexasim em kitêbên derheqê Hz. Muhammed de hildibijêrin da ku heyata Wî bixwînin û tetbîq bikin da ku ji wan re bi fêde bibe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.