Ji Ewrûpayê 279 nogin hat îthalkirin

Ji Ewrûpayê 279 nogin hat îthalkirin

Ji teref Yekitiya Berhênerên Şîrê yên Tarsûsê ve ji Awistiryayê 279 nogin hat îthalkirin.

Piştî ku ji wezîrtiyê biryara anîna noginên avis hat dayîn Yekitiya Berhênerên Şîrê yên Tarsûsê 279 noginên cûn ji Awistiryayê anî navçeya Tarsûsa Mêrsînê. Ji van 279 noginan 24ê wê birin Taxa Hacihamzali ya ku girêdayê navçeya Tarsûsê ye.

Endamê Saziya Rêvebirê ya Borseya Tîcareta Tarsûsê Yilmaz Karabulut diyar kir ku ev nogin dê ji teref Rayedarên Midûrtiya Çandinê ya navçeyê ve ji bo 21 rojan were karantîna kirin. Dûvre dê ev nogin werin neteweyî kirin. Karabulut diyar kir ku ev nogin dê piştî miemeleyên hewcedar li berhêneran were belav kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.