Ji fînala bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” re dawet

Ji fînala bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” re dawet

Ji teref Koordînatora Diyarbekirê ya Platforma Nesla Quranê ve di 17ê Îlonê de bi beşdarbûna hemû zarokên ku di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê girtine û dawî kirine ve bernameya fînalê tê tertîpkirin.

Muhammed Avciyê Koordînatorê Bajar ê Diyarbekirê yê Platforma Nesla Quranê derbarê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” de nirxandinan kir.

Avci di nirxandina xwe ya ku kir de derbarê mijarê de destnîşan kir Platforma Nesla Quranê di sala 2011an de hat damezrandin û ji wê salê vir ve gelek kar û barên baş kir û wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Wek mîna ev Platform xwedî li Qurana Kerîm kir. Weke ku tê zanîn di wextê wê de li Rojava heqaret li Quranê hat kirin. ji ber vê yekê ev Platform xwedî li Quranê kir û daket meydanan û mîtîngan tertîp kir.”

“Her zarokê ku beşdarî bernameyê dibe nimêjê hîn dibe”

Avci di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ev çend sal e ku ji bo zarokên ku emrê wan di navbera 7-10an de ye bernameya nimêjê tertîp dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir “Ji ber vê minasebetê me îsal jî li her derê ji bo zarokan bername li dar xist û ew ê fînala van bernameyan îsal li Diyarbekirê bê lidarxistin. Ew ê bernameya me ya îsal di 17ê Îonê di seat 17.00an de li Diyarbekirê li ber Mizgefta Hz. Silêman bê lidarxistin. Em temamê xelqê xwe dawetî vê bernameyê dikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.