Ji Ğannûşî Dîplomasiya Yekîtiyê

Ji Ğannûşî Dîplomasiya Yekîtiyê

Lîderê Hereketa Nahdayê ya Tûnûsê Raşîd el Ğannûşî, li ser daxwaza Mehmûd Ebbasê lîderê el Fetîhê, ji bo pêkanîna yekîtîyê ya li Filistînê dest bi xebatan kir.

Lîderê Hereketa Nahdayê ya Tûnûsê Raşîd el Ğannûşî, ji bo li Filistînê yekîtî pêk bê dest bi fealîyetên dîplomasiyê kir.

Berdevkê Nahdayê Zîyad el Azarî îfade kir ku Hereketa Nahdayê, dil dike ku li nav Filistînîyan û li herêmê li nav hemû grûban yekîtî pêk bê.

Azarî da zanîn ku Mahmûd Ebbas ew dawet kirine da ku li Filistînê di warê avakirina yekîtîyê de hewl bidin. Ji ber vê yekê lîderê Nahdayê mesaîyê dike.

Ğannûşî berî niha gotibû ku wê nelihevkirinên li Filistînê xizmetê nede çareserkirina pirsgirêkan û eger di pratîka hikûmeta lihevkirinê de pirsgirêk derê, dikare alîkariya çareserkirinê bike.

Li Filistînê di çarçoveya mutabaqata mîllî ya di 23ê Nîsanê de, di navbera Hamas û Fetîhê de, di 2ê Hezîranê de hikûmeta lihevkirinê ava bûbû.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.