Ji HÜDA PARê ji bo malbata wî xortê ku cenazeyê wî li Çewligê di Çemê Sarimê hat dîtin serdana sersaxiyê

Ji HÜDA PARê ji bo malbata wî xortê ku cenazeyê wî li Çewligê di Çemê Sarimê hat dîtin serdana sersaxiyê

i HÜDA PARê ji bo malbata Vedat Karabulutê Amedî yê ku di 14ê Hezîranê de li navçeya Darahênê (Genç) ya Çewligê (Bingöl) dema bi hevalên xwe re pîknîk dikir li Çemê Sarimê ket ber avê û piştî 17 rojan cenazeyê wî hat dîtin, serdana sersaxiyê.

Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abîdîn Gülsever, Serokê Navçeya Çinarê Azîz Tekdal û heyeta pê re, beşdarî sersaxiya Vedat Karabulut bûn ku bi eslê xwe qeydî li ser nasnameya gundikê Seydekê (Ortataş) yê ser bi gundê Elwendî (Ortaşar) ya navçeya Çinarê ya Amedê ve ye û sersaxî li Mala Sersaxiyê ya Şemrexiyan (Mazıdağlılar) hat danîn.

Heyeta HÜDA PARê ya ku ji aliyê mezinên malbata Karabulut ve hat pêşwazîkirin, ji Xwedê de daxwaza rehmetê ji bo merhûm kir û sebra cemîl ji malbata wî ya xemgîn, xizm û hezkiriyên wî re xwest.

Li aliyê din, Parlamenterê HÜDA PARê Farûk Dînç jî bi têlefonê li malbata Karabulut gerî û sersaxiya xwe gihand wan. Dînç ji Xwedê daxwaza rehmetê ji bo rehmetî, sebr û serxweşî ji malbat û xizmên wî re diyar kir.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.