Ji HUDA PARê peyama “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî”

Ji HUDA PARê peyama “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî”

Ji ber “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.

Ji sala 1999an ji ver ve ji teref UNESCOyê ve di her 21ê Sibatê de wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hat îlankirin. Bi minasebata vê yekê di derbarê zimanê zikmakî de ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.

 “Di erdnîgara ku çendîn sal in em tê de dijîn de polîtyîqaya înkar û asîmîlasyonê hat kirin”

Di peyama ku ji teref HUDA PARê ve hat weşandin de wiha hat diyar kirin: “Tişta herî girîng yê ku mirov bi çand û hunera merov re girê dide û daneheva çandiyê neqlê nifşa nû dike zimanê zikmakî ye. Di vê bergehê de di erdnîgara ku çendîn sal in em tê de dijîn de polîtyîqaya înkar û asîmîlasyonê hat kirin. Ji bo ku xelk jiyana xwe bidomînin divê ku astengiyên beriya zimanan were rakirin. Ev yek ji mafên mirovahiyê ye.”

Di peyamê de hat bibîranîn ku polîtîqaya înkar û asîmîlasyonê hatiye kirin. Dûvre di domahiya peyamê de wiha hat destnîşankirin: “Di welatê me de wek zimanê perwerdehiyê ya fermî û zimanê zikmakî bes zimanê Tirkî tê pozber kirin. Rastiya zimanê zikmakî, çand û nasnameyên din nayê dîtin. Sedema vê yekê jî hişmendiya tekparêz a Kemalîst e. Ji ber vê yekê fitneya qewmîyetiyê ketiye nabeyna mislimanan.”

 “Divê gel zimanê zikmakî ya xwe di her qadê de bi şiklekî hêsan û azadane biaxive”

Di peyamê de hat destnîşankirin divê ku hemî astengiyên di beriya zimanê zikmakî ya perwerdehiyê de were rakirin. Dûvre wiha hat belavkirin: “Wek ku me di bernameya partiya xwe de diyar kiriye ‘Perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo herkesî asayî û mafekê mirovahiyê ye. Terbiye kirina zarokan a bi zimanê ku nizanin ji derfeta wekhevî re jî dijraber e. Li Tirkîyê di serî de perwerdehî ji bo ku gel zimanê xwe yê zikmakî li her der û qadê de bi şiklekî hêsan û azadane bi kar bîne divê ku astengiyên di beriya zimanê zikmakî de werin rakirin. Ev yek jî bi makeqanûnê were parastin.”

“Divê perwerdehiya zimanê zikmakî pêk were û Kurdî jî wek zimanê fermî were hesibandin”

Di dawiya peyama ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de wiha hat diyarkirin: “Pêwîst e ku ji xeynî zimanê Tirkî zimanên din jî wek ‘Zimanê zikmakî’ werin hesibandin û astengiyên ku di beriya van zimanan de werin rakirin. Dawî li polîtîqaya înkar û asîmîlasyonê were. Her wiha ev zimanê zikmakî ji teref gel ve were xwendin. Divê ku perwerdehiya zimanê zikmakî pêk were û Kûrdî jî wek zimanekê fermî were hesibandin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.