Ji îstîsmara zayendî re 136 sal ceza

Ji îstîsmara zayendî re 136 sal ceza

Li Bîngolê ji 5 kesên şikdar ên ku îstîsmara zayendî li qîzekê kirin re tev de 136 sal û 4 meh ceza hat dayîn.

Hat ragihandin li Bîngolê ji 5 kesên şikdar ên ku îstîsmara zayendî li qîzekê 17 salî kirin re tev de 136 sal û 4 meh ceza hat dayîn.

Berî niha ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a Yekemîn a Bîngolê ve derbarê qîza 17 salî ya bi navê G.T. ya ku bi tehdîd û şantajan îstîsmara zayendî lê hatibû kirin de doz hatibû vekirin. Di encama doza ku hat dîtin de qerar derket.

Di doza ku hat dîtin de dozger ji 5 kesên ku bi tehdîd û şantajan îstîsmara zayendî li qîza 17 salî kirine re ceza xwest.

Heyeta mehkemê di encama niştina ku hat dîtin de ji kesê bi navê S.V. re 27 sal, ji Y.K. re 14 sal, ji M.K. re 23 sal û 4 meh, ji F.K. re 38 sal û ji O.F.V. re jî 34 sal ceza da.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.