Ji Kerwana Umûdê ji bona xelkê mexdûr banga alîkariyê
Platforman Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ji bona xelkê ku ji ber pevçûn, qedexe û aloziyan ji warên xwe koç kirine re qampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ji bona xelkê ku ji ber pevçûn, qedexe û aloziyan ji warên xwe koç kirine re qampanyaya alîkariyê ya bi navê ‘Wext wextê alîkarî kirina xelkê me yê mexdûr û mezlûm e’ da destpêkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Koordînatoriya Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê Masum Ayyildiz ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Yildiz diyar kir komeleyên ku endamê platformê ne heta niha li gor derfet û îmkanên xwe ji kesên ku mexdûr bûne re alîkarî kirine.
Ayyildiz di berdewama axavtina xwe de wiha pê de çû: “Ji bona alîkariyên ku tên kirin zêdetir bibin me li temamê Tirkiyê qampanyayeke wiha da destpêkirin. Komeleyên ku girêdaye platformê ne ji xwe re xistine armanc da ku him nava welêt him jî derveye welêt alîkariya kesên jar û mexdûr bikin.Di çarçoveya vê armancê de ji hezaran kesî re alîkarî hatiye kirin. Dîsa bi heman awayî ji bona alîkarî ji kesên ku li rojhilatê welatê me mexdûr bûne re bê kirin qampanyaya bi navê ‘Wext wext e alîkariyê ye’ me da destpêkirin.
Ayyildiz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew li benda hemû kesên xêrxwazin da ku di vê mijarê de alîkariyê bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kesên ku dixwazin ji vê qampanyayê re bibin destek dikarin ji nimreya 0507 175 55 00 bi navenda koordînasyonê re bikevin têkiliyê û her wiha ji ser vê hisabê jî alîkariyên xwe dikarin bigihêjînin ber destê me: Îbana Banqeya Zîraatê: TR81 0001 0005 5745 0990 4150 01 (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.