Ji Keşmîrê Koçeke Mezin

Ji Keşmîrê Koçeke Mezin

Lı keşmîrê jı ber pevçûnên dı navbera pakıstan û hındıstanê de, herî zêde musluman tesîr bûn. 15 hezar muslumanên keşmîrî, jı ber pevçûnan mal û warên xwe terıkandıne.

Li Keşmîrê 15 hezar musluman, ji ber pevçûnên ordiya Pakistan û Hindistanê mal û warên xwe terikandine.

Hikûmeta Hindistana îşgalker beyan kir ku muslumanên han xwe spartine deverên ewle.

Pevçûnên ku li herêmê diqewimin, bûne parçeke heyata malbatên ku li Keşmîrê dijîn. Nexasim di du hefteyên dawîn de, di navbera Pakistan û Hindistanê de agirbest zêde tê îxlalkirin.

Di du hefteyên dawîn de li herêma Keşmîrê ya ku di bin kontrola Hindistanê de ye, 5 musluman hatin qetilkirin.

Keşmîr nêzî sînorê Pakistan û Hindistanê ye û pirê nifûsa wê musluman e. Keşmîr ji 1989an vir ve di bin îşğala Hindistanê de ye. Ji ber vê îşgalê heta niha zêdetirî 70 hezar musluman hatine qetilkirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.