Ji Komîsyona Lêkolîna Muamaeleyên OHALê qerara ewil
Komîsyona Lêkolîna Muamaeleyên OHALê biryara xwe ya di heqê 300 dosyayê kesên ji kar hatibûn dûrxistin de eşkere kir.
Di çarçoveya OHALê de kesên bi qirarên KHKyê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û saziyên ku bi biryarên KHKyê hatibûn girtin ji bo lêkolînan serî li Komîsyana Lêkolînên Muamaeleyên OHALê xistibûn. Komîsyona Lêkolîna Muamaeleyên OHALê biryara xwe ya ewil a di heqê wan de da.
Ji 103 hezar û 276 serlêdanan nêzîkî 300 hebî bi encam bûn
Biryara kesên ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û serlêdanên wan hatibû qebûlkirin hat şandin Serokatîya Dewletê ya Personelan.
685 kesên serlêdanên wan hatibûn qebûlkirin bi KHKyê di hundurê 15 rojan de wê dîsa vegerin ser wezîfeya xwe.
Komîsyona Lêkolîna Muamaeleyên OHALê bi biryara KHKyê ya hejmara 685an hatibû avakirin û di 22ê Gulanê dest bi wezîfeyê kiribû.
Heta îro 102 hezar 432 serlêdan hatin kirin.
Piştî komîsyon hat avakirin û serlêdan dest pê kirin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) îşlemên bi KHK yê hatibûn kirin qebûl nekir. AYM 70 hezar û 771 serlêdanên OHALê ji ber rêyên serlêdanê nehatiye girtin qebûl nekiribû.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) derbarê serlêdanên Komîsyona Lêkolîna OHALê de di lehê Tirkîyê de biryar dabû û 25 hezar serlêdanan red kiribû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.