Ji Melîhî re piştgirî
Melîhê ku çend roj berê rewşa wî ji teref Ajansa Nûçeyan a Îlkê ve hatibû diyar kirin ji teref gel ve piiştgirî jê re hat dayîn.
Yusuf Gokalpê ku di Taxa Îpekê ya navçeya Qosera Mêrdînê de dijî xwediyê 2 zarokan e. Ji van yekî Melîhê 8 salî ye. Melîh dema ku çavê xwe li dinê vekiriye dûçarê nexweşiya Lamellar Îktîyozîs a ku di nav gel de wek nexweşiya masiyê tê zanîn bûye.
Melîh di derbarê êşa xwe yê ku kêm bûye de bi wesîla Ajansa Nûçeyan a Îlkê ji gel alîkarî xwestibû. Di demekê kurt de bersiva vê yekê ji gel hat. Ji gelek bajaran ji Melîh re telefona derûnî û piştgiriya alîkariyê hat.
Melîhê 8 salî diyar kir ji ber ku nexweşe qet hevalên wî tune. Melîh diyar kir piştî ev nûçe hat weşandin ji gelek bajaran soza alîkariyê jê re hatiye. Ji ber vê yekê Melîh ji niha ve ji wan kesên ku dê alîkariya wî bikin re teşekûr kir.
Bav Yusuf Gokalp jî diyar kir piştî ku ev nûçe hatiye weşandin gelek telefon ji lawê wî re ji bo alîkariyê hatiye. Ji bo vê yekê Gokalp ji van kesan re ji bo vê yekê teşekûr kir.
Hat ragihandin ku Midûrtiya Tendirustiya Bajêr a Mêrdînê ji bo Melîhî bir ber xwe. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.