Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur
Midûriyeta 15'emîn a Meteorolojiyê, ji bo sibê li parêzgehên Riha, Amed, Sêrt û Êlihê hişyariya barana gur û ya bi birûsk da.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta 15'emîn a Herêmê ya Meteorolojiyê ve hatî dayîn de hat diyarkirin ku ji sibê nîvro pê ve li Riha; ji saetên êvarê pê ve jî li Amed, Sêrt û Êlihê barana gur a herêmî û barana bi birûsk tê payîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li gorî nirxandinên dawî, roja Yekşemê 3yê Gulanê ji saetên nîvro pê ve li Riha û ji saetên êvarê pê ve li Amed, navçeyên Sêrtê (Navend, Tillo, Misirc, Şîrwan, Hawêl) û li Êlihê barana gur a herêmî û barana bi birûsk tê payîn."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku li hemberî neyêniyên wekî lehî, girtina avê, birûsk, astengiyên di veguhastinê de, barîna zîpikê û ba û bahozên di dema baranê de, divê mirov baldar û bi tedbîr bin.
Tê payîn ku barana navborî heta saetên sibê yên roja Duşemê berdewam bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.