Ji mêvanên Kurdistanî peyama ‘wehdet’ê
DİYARBEKİR - Mêvanên ku ji Kurdistana Iraq û Îranê beşdarê bernameya Wîaldeta Pîroz a Diyarbekirê bûbûn diyarkirin divê ku di gel hemî tefrîqeyan Misliman bi hev re di çarçova wehdetê de bijîn.
Ji Kurdistana Iraq û Îranê, Misir,Lubnan, Filîstîn, Morîtanya û Sûrî gelek mêvan beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a Diyarbekirê bûn.
Nûnerê Partiya Yekgirto ya Kurdistana Iraqê Dr Burhan, ji Kurdistana Îranê Muhemmed Mehmudzade, Seyda Ruhanî û Rizgar Muradî diyar kirin ji ber ku beşdarê vê bernameya coş bûne gelek kêf xweş in.
Nûnerê Partiya Yekgirto ya Kurdistana Iraqê Dr Burhan diyar kir ji bo ku evîndariya xwe ya ji bo Hz Muhemmed (sxl) ji cîhan û hemî perçeyên Kurdîstanê re bidin nîşandan beşdarê vê bernamê bûne.
Dr Burhan bal kişand ser tefrîqeya ku di nabeyna Mislimanan de ye. Dûvre Dr Burhan axavtina xwe wiha domand: “Hemî kesên ku ji mezhebên ji hev cûda ne birayên hev in. Lê bi destê zaliman tefrîqa ket dinabeyna Mislimanan. Erdnîgara Mislimanan perçe perçe kirin. Vê yekê emperyalîstan kirin. Dibe ku me di rojên borî de çewtî kiribe. Ya girîng ew e ku mirov vê yekê li dijî Mislimanan bikar neyîne. Dive ku em kêmasiyên hev efu bikin. Divê ku em di gel hemî cudahiyan em hev qebûk bikin. Hz Muhemmed, Îslam, biratî, mirovatî me Mislimanan tîne cem hev. Ereb, Tirk, Kurd, Îngîlîz dibe bi şiklekî aşiyane bi hev re bijîn.”
“Ev bername wê bibe wesîla fêmkirina exlaq û jiyana Pêxemberê me”
Ji Mêvanên Kurdistana Îranê Muhemmed Mehmûdzade ji Platforma Evîndarên Pêxember re ji berk u bernameyekê wiha saz kirine teşekur kir. Dûvre Mahmûdzade diyar kir ku ev bername gelek xweş û bi bereket bûye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ev bername wê bibe wesîla fêmkirina exlaq û jiyana Pêxemberê me. Her sal bi temayên cûr bi cûr di derbarê jiyana Pêxemberê me de bername tên lidarxistin ku em Wî baş fêm bikin.”
Her wiha Mahmûdzade diyar kir ji bo wehdet û biratiyê divê ku em Pêxember (sxl) nas bikin. Mahmûdzade wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku di nabeyna Mislimanan de wehdet û biratî were tesîskirin divê ku exlaq û Jiyana Hz Muhemmed (rxl) were naskirin. Ji xeynî vê yekê tu rêya wehdet û biratiyê tune. Lewra Resulullah di dewra xwe de Bîlalê Hebeş, Caban El Kurdî, Suheyl Er Rumî û qebîleyên cûr bi cûr li dorê xwe civiyandiye. Bes rêya xilasiyê ew e ku mirov Wî nas bike.”
Ji mêvanan Seyda Ruhanî yê ku ji eyaleta Banê ya Îranê beşdarê bernamê bûbû ramanên xwe wiha anî ziman: “Beriya her tiştê ez dixwazim ku vê yekê bibêjim. Di vê qelebalixê de Kurd, Tirk û Ecem hemî hatine cem hev. Ev yek dide nîşandan ku her kes ji bo mihebeta Resulullah hatiye vir. Ji ber ku min bernamekê wiha bi çavên xwe ji nîz ve dîtîye ez gelek kêf xweş im. Ev dîmen elametê mihebbeta Resulullah û îmanê ye.”
Ruhanî di axavtina xwe de destnîşan kir di ku Hz Muhemmed (sxl) baş were naskirin. Dûvre Ruhanî wiha pê de çû: “Divê ku em ji dil û can bixebitin. Lewra bes çare ew e ku mirov Pêxember nas bike û di rêya Wî de bimeşe. Divê ku em Pêxember, Qur’anê nas bikin û her wiha pêwîst e ku em bibin şopînerên dînê Hz Muhemmed. Heke ev tiştên ku min anî ziman were emelkirin bê şek dê em xelas bibin. Dê di dawiya vê yekê de jî yekitî û biratî pêk were.”
Ruhanî di derbarê qelebalixê de wiha axivî: “Ev dîmen elametê teqwa û sîmgeyê ye. Înşaellah em dê bi van tekbîr û selewatên ku tên xwendin emel bikin. Werin em pêxember nas bikin û rîayetê Wî bikin. Beriya her tiştê em jiyana wî tetbîqê jiyana xwe bikin. Dûvre vê yekê li herêmê belav bikin. Hestyar û mihebbeta gel ji bo Hz Muhemmed e. Ev yek jî nîmetekê gelek mezin e.”
Rizgar Muradî yê ku ji Kurdistana Îranê hatibû diyar kir ku ew wek beşdar ji eyaleta Senendeca Îranê hatiye. Dûvre wiha pê de çû: “Elhamdullîlah ev dîmen nîşane û elemetê mihebbet û îmana Kurdistana Tirkiyê ye. Bi hatina Hz Muhemmed re Îslam û Ummeta Îslamê gihaşt kemalê. Ev yek jî bingeha haveyna Îslamê ye. Înşaellah dê Tirkiye; bi taybet Kurdistana Tirkiyê Îslamê biparêze.”
Piştî ku Muradî axavtina xwe qedand Sueyê Nasrê Xwend. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.