Ji Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Amedê re bertek
DİYARBEKİR - Şaxa Diyarbekirê ya Egîtîm-Bîr-Senê teleb kiribû ji bo dibistanên Îmam Xatîbê yên ku nû tên vekirin navên kesên ku wek menewî tên naskirin bê dayîn. Lê ji ber ku ev teleb ji teref ji Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Diyarbekirê ve ha
Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm-Bîr-Sen) a Şaxa Diyarbekirê ji bo dibistanên ku wek Îmam Xatîbê dê bên vekirin teleb kiribû ku navê alim û rîsipiyan li dibistanê were dayîn. Lê ji ber ku ev teleb ji teref ji Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Diyarbekirê ve hat redkirin sendîkayê bertek nîşan da.
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Egîtîm-Bîr-Senê Yunus Memîş diyar kir ku helwesta Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Diyarbekirê ya li hemberê Îmam Xatîban neyînî ye.
Memîş diyar kir ku ev redkirina teleba wan şaşomaşo ye û redkirina vê telebê ya bê binasiyekê maqûl pirsa wekê; ‘Gelo Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ji kî re dixebite û xizmet dike?’ tîne hişê mirov.
“Gelo Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ji kî re dixebite û xizmet dike?”
Memîş axavtina xwe wiha domand: “Di heyama Hevotin û Hînkirina sala 2016-2017an dê li Taxa Bagivarê de dibistanekî Îmam Xatîbê were vekirin. Hat telebkirin ku li vî dibistanê navê Saîdê Nûrsî were dayîn lê ev yek ji teref Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye redkirin. Her wiha teleb hatibû kirin ku ji bo Îmam Xatîba Qîzan a dê li navçeya Kayapinarê vebe navê Rabîa Hatûn were dayîn. Lê bê binasî ev yek hat redkirin. Ji ber vê yekê pirsa wekê; ‘Gelo Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ji kî re dixebite û xizmet dike?’ tê hişê mirov.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.