Ji nêzî sed kesên ku ji teref PKKê ve hatine rehîn girtin xeber nayê standin

Ji nêzî sed kesên ku ji teref PKKê ve hatine rehîn girtin xeber nayê standin

BIDLÎS - Ji nêzî sed kesên ku ji teref PKKê ve li mewqiya Buzlupinarê hatine rehîn girtin xeber nayê standin.

Hat ragihandin  PKKyiyan li mewqiya Buzlupinara ku li 20emîn kîlometreya Rêbeja Bidlîs-Diyarbekirê ye rê birîn û gelek zêde kesî rehîn girtin. Ji van kesên ku ji teref PKKyiyan ve hatine rehîn girtin xeber nayê standin.

Hat ragihandin PKKyiyan li tunela ku dirêjahiya wê 150  metro ye de wesayîtan dan sekinandin û wan wesayîtan şewitandin da ku tunel hilbiweşe.

Tê diyarkirin PKKyiyan dest danîne li ser nasnameyên hemwelatîyan û mifteyên wesayîtan.Hat hînbûn kesên ku PKK zordarî li wan kiriye li Tesîsa Behnvedanê ya Buzlupinarê rehîn tên girtin û kesên PKKyî bênavber li wan kesan gefa mirinê dixwin.

Operasyon dan destpêkirin

Li cihê ku bûyer lê qewimiye operasyon hat destpêkirin û yekîneyên hewayî jî tevlî operasyonê bûn.

Polêsek birîndar bû

Polêsê bi navê Mehmet Dagliyê ku digel malbata xwe ji bo cihê wezîfeya xwe ya nû diçû Wanê dema ku dît rê ji teref PKKyiyan ve hatiye birîn, hewil da bireve.Ji ber vê yekê kesên PKKyî li ser polês de gule reşandin û wî ji milê wî birîndar kirin.Polêsê ku birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya  Dewletê ya Bidlîsê.(ÎLKHA)

 









 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.