Ji Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan ji bo 61 malbatên sêwî alikariya goştê sor
Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan, li navçeya me ya Çinarê alîkariya goştê sor gihand 61 malbatên sêwî.
Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan, li navçeya me ya Çinarê alîkariya goştê sor gihand 61 malbatên sêwî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan ve hat kirin de ev îfade hatin bikaranîn: "Wekî Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan, bi bereketa Meha Miheremê û bi piştgiriya hêja ya xêrxwazên me, me alîkariya goştê sor gihand 61 malbatên sêwî yên ku li navçeya me dijîn. Bexşên (bexşîş) ku xêrxwazên me emanetî me kiribûn, bi hûrgulî gihandin hewcedaran û em bûn wesîle ku rûyê gelek kesan li malên wan bikene. Em ji dil spasî hemû bexşerên xwe dikin ên ku keda xwe dan vê xebata xêrê û bereket birin ser sifreya sêwiyan. Em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku xêrên hatine kirin qebûl bike, piştgiriya wan bereketi bike û her gava ku di rêya qenciyê de avêtine wekî sedeqeya cariye binivîsîne."




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.