Ji pîreka ku roja erefa îdê winda bûbû xeber nayê sitandin
STENBOL - Li Pendîka Stenbolê pîreka zewicandî û xwedî zarok a ku ji bo rijandina qirş û qalan derket derve venegera mala xwe.
Li Pendîka Stenbolê pîreka zewicandî û xwedî zarok a ku bi zilamê xwe re paqijî û amadehiya îdê dikir ji bo ku qirş birêje derket derve lê êdî venegera.
Cengîz Yilmazê ku kekê Esra Yilmazê ye diyar kir ku ew ji jiyana xwuha xwe endîşedar in. Yilmaz diyar kir kesên ku xwuşka wî bibînin bila wan xeberdar bikin.
Yilmaz did derbarê mijarê de wiha axivî: “Xuha min 8 meh berê zewicîbû. Ew û mêrê wê bi xwesû û xwezûrê wê re dijiyan. Wan di erefa Îda Remezanê de bi hev re paqijî dikirin. Ji bo rijandina çopan derket. Lê êdî venegeriya malê. Ev 6 roj e ku em lê digerin. Lê me wê nedît. Xuhaya min nexweşê epîlepsê ye. Nizane çi dike. Em ji jiyana wê endîşedar in. Gelo tiştekî hat serê wê an jî di derekî de bi zorî tê girtin em nizanin. Kesên ku xuhaya min dîtin bila li vî nimreyê bigerin 0545 537 3037.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.