Ji rêberê Cemaeta Hîzbûllah Gumuş peyamên girîng

Ji rêberê Cemaeta Hîzbûllah Gumuş peyamên girîng

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş di derbarê rojeva ummeta îslamê de nirxandinên girîng kir

Edîp Gumuş ê ku rêberê Cemaeta Hîzbûllah di derbarê rewşa ummetê de nirxandinek kir û wiha destnîşan kir di  armanc û hedefa temamên zalimên ku dijmintîya îslamîtîyê dikin de misilman hene.

Di maîla ku ji teref malpera fermî ya Cemaeta Hîzbûllah ango www.huseynisevda.biz ve ji temamên sazîyên çapemenîyê re hatibû şandin de hat xuyakirin ku birêz Edîp Gumuş di derbarê ummeta îslamê de nirxandinên girîng kiriye.

Gumuş bi taybetî li ser mijara qelsbûn û belavbûna misilmanan her wiha êrîşên ku li îslam û misilmanan tên kirin rawestîya.

 “Em dibînin ku dijminên îslamê him derfetên xwe eskerî him jî yên îktîsadê li hev civandine”

Gumuş, destnîşan kir ku  li temamê dinyayê zilm û zordarî li misilman tê kirin û  di derbarê vê mijarê de wiha got: “Em dibînin ku dijminên îslamê her çi qas di nav wan de îxtîlaf û cudahî hebin jî; dema ku mijar tê li ser îslamê temam him di qada eskerî him jî ya îktîsadî de alîkarî û piştgirîyê didin  hevdu, bi vî awayî hezên xwe li dijî îslam û misilmanan li hev dicivînin. Sedema herî girîng ya vê yekbûn û li hev civîna dijminên îslamê, dixwazin ku misilmanan qels bikin. Bi vî awayî ew ê karibin di cihê ku dilê wan lê xwest de, di alema îslamê de tevbigerin û bi vê aramancê jî dixwazin ku însanan ji dînê îslamê dûr bikin. Ev, armanca temamên dijminên îslamê ye .

“Her roj di  heremên cuda de xwîna misilmanan tê herikandin, lê belê ummeta îslamê berteka ku  pêwîstê nikare nîşan bide”

Gumuş di axavtina  wiha domand: “Misilman têketine destên zaliman, di destên wan zaliman de zilm û zordarîye dibînin.  Bi zext zordarîyê misilman didine koç kirin. Ev rewş berê ji bo Filîstîn û çend cihên din de hebû. Lê belê vêgavê cihê ku misilman lê ezîyetê nabînin nemaye, li her derê dinyayê nalenale misilmanan e. Her roj mîna kanîyekî xwîna misilmanan diherike. Lê belê  ummeta îslamê berteka ku pêwîst e nîşan nade. Lê dema ku tiştekî herî biçûk were li serê dijminên îslamê an jî kafir zirarekî biçûk bibînin di heman demê de dinyayê dirakin li ser pêyan  û li her derî dest bi kûştina misilmanan dikin.”

Gumuş, di derbarê tengasî û pirsgirêkên misilmanan de axavtina xwe wiha domand: “ Ummeta îslamê ya ku hejmera wê nezî milyar û nîv e bi temamî rê û rêça xwe winda kiriye. Ev ummeta îslamê divîyabû ku ji însanetîyê re bibe hêvî; lê belê misilman li Filîstîn,  Kurdistan, Sûriye, Misir, Afganîstan,Yemen, Lîbya û di cihên cûr be cûr de zilm û zordarîyê dibînin.

 “Misilman hêzên xwe di cihên pûç û betal xerc dikin û di pey menfeatên netewî, şexsî û komî de  dimeşin…”

Gumuş, di berdewama daxuyanîya xwe de wiha ragihand: “Ummeta îslamê di vî halê nexweş  de ye,  lê belê misilman hêzên xwe di cihên pûç û betal de xerc dikin û di pey menfeatên netewî, şexsî û komî de  dimeşin. Hinek kes bi van hincetan bi zaliman re hevkarîye dikin. Misilman her çi qas bi  hincetên  mîna van alîkarîya birayên xwe yên misilman nekin û li  hev du xwedî dernekevin; her roja ku derbas bibe di nava misilmanan de êş û kelem dê zêde bibe.

Gumuş destnîşan kir ku bila misilman hêza xwe li dijî dijminên îslamê xerc bikin û wiha bangî misilmanan kir:

“Ey misilmanan, ey ehle kiblê! Edî bese ku hûn bi hevdu dilebikin, hevdu dijmin dibînin. Bese ku hûn wesfên  neîslamî hevdu dikin.  Vê ji bîr nekin   ev gengeşîyên ku li ser mezhep, meşrep, kom, herem, û qewmîyetê tên kirin ji bona dijminên îslamê firsetekî mezin e. Ji kîjan mezheb,meşrep, kom û qewmî bê ferq  nake êdî bi misilmanan re nekevin gengeşî ye, bi hevdu re berberîyê mekin. Hêza xwe ne li dijî misilmanan li dijî dijminên îslamê xerc bikin, ne li hemberî misilmanan li hemberî dijminên îslamê bisekinin. Arîkarîya wan birayên xwe yên ku zilmê dibînin bikin. Dema ku we ji bona îzzet, şeref, heysiyetê fedakarîye bikin hûn ê serfiraz bibin. Heger birayên wê di bin zilm û zordarîya zalim û kafiran de binalin û derfeta we ji bo alîkarîyê hebe û heger hûn alîkarîya wan nekin  hûn ê winda bikin, hûn ê têkevin bin barê gunehan. Wê deme jî misilman winda dikin, ummet winda dike. 

“Ez fedakarîya we pîroz dikim, ji Rebbê xwe dixwazim ku bereketê têxe nava xebatên we yên bixêr”

Gumuş di dawîya daxuyanîyê de di derbarê misilmanên ku li heremê dijîn de peyamên  girîng da û wiha got: “Bitaybetî dixwazim ji birayên xwe re vi tiştî bêjim: Ez fêdakarîya we pîroz dikim, ji Rebbê xwe dixwazim ku bereketê têxe nava xebatên we yên bixêr. Ez hêvî dikim ji bo ku hûn karibin dînê îslamê bi heqê wê bijîn, hûn bibin abîd, hûn bibin alim û hûn bibin mucahid. Heger hinek ji we derfeta wî tunebe, pîr bûbe; wê demê ez ji we dixwazim ku hûn hewl bidin da ku  zarokên we bibin mucahid, alim û abîd. Ez hêvî dikim wan kesên ku heta îro bi temamê hebûna xwe alîkarîyê kirine, ji îro pê ve zêdetir fedakarîyê bikin. Ji bona ku em bibin hêz û quwet divê çêtir em hevdu bigirin, bikelijin.

Peyama Cemaeta Hîzbûllah a ku ji teref malpera Cemaeta Hîzbûllah a fermî www.huseynisevda.biz ve ji temamê sazîyên çapemenîyê re hatîye şandin:

Bismîllahîrrahmanîrrehîm

“ Ji Xwedê û Resûlê Xwedê re îteatê bikin, bu hevdu re nîqaşê nekin; pişt re ew ê tirs bi we bikeve û  ew ê quweta we kêm bibe. Û sebr bikin. Lewra Xweda bi wan kesên ku sebir dikin re ye.”(Enfal:46)

“ Misilman birayê misilmana ye. Zilmê lê nake, wî di nava xeterê de tenê nahêle. Her kî hewcîtîya birayê xwe dabin bike, Xwedê jî îxtîyaca wî dabin dike. Her kî misilmanekî ji  tengasîyê xelas bike  ji ber vê sebebê Xwedê jî di roja qiyametê de wî kesî ji  tengasîyê xelas dike.  Her kî eybekî misilmanekî  veşere, Xwedê jî qisûr û eyba wî kesî roja qiyametê veşere.”(Buharî)

Li ser rûyê dinyayê li her derî zilm û zordarî li mislmanan tê kirin, misilman tên kuştin. Em dibînin ku dijminên îslamê her çi qas di nav wan de îxtîlaf û cudahî hebin jî dema ku mijar tê li ser îslamê temam him di qada eskerî him jî ya îktîsadî de alîkarî û piştgirîyê didin hevdu, bi vî awayî hezên xwe li dijî îslam û misilmanan li hev dicivînin. Sedema herî girîng ya vê yekbûn û li hev civîna dijminên îslamê, dixwazin ku misilmanan qels bikin. Bi vî awayî ew ê karibin di cihê ku dile wan lê xwest de di alema îslamê de tevbigerin û bi vê aramancê jî dixwazin ku însanan ji dînê îslamê dûr bikin. Ev, armanca temamên dijminên îslamê ye .

Li cûr be cûr cihên dinyayê de her roj bi sedan misilman tên qetil kirin ,Misilman têketine destên zaliman , di destên wan zaliman de zilm û zordarîye dibînin.  Ew zalim bi zext û zordarîyê misilmanan didine koç kirin. Ev rewş berê ji bo Filîstîn û çend cihên din de hebû. Lê belê vêgavê cihê ku misilman lê eziyet nabînin nemaye, ji her derê dinyayê nalenale misilmanan tê. Her roj mîna kanîyekî xwîna misilmanan diherike. Lê belê  ummeta îslamê berteka ku pêwîst e nîşan nade. Lê dema  ku tiştekî herî biçûk were li serê dijminên îslamê an jî kafir zirarekî biçûk bibînin di heman demê de dinyayê dirakin li ser pêyan  û li her derî dest bi misilmanan dikin.

Misilman di dîrokê de rewşa herî zor dijîn. Ummeta îslamê ya ku hejmera wê nezî milyar û nîv e bi nifus, kevneşopî,çand,nesl û wekî din  rê û rêça xwe winda kiriye. Ev ummeta îslamê divîyabû ku ji însanetîyê re bibe hêvî; lê belê misilman li Filîstîn,  Kurdistan, Sûriye, Misir, Afganîstan,Yemen, Lîbya û di cihên cûr be cûr de zilm û zordarîyê dibînin.

Ummeta îslamê di vî halî de ye,  lê belê Misilman hêzên xwe di cihên pûç û betal de xerc dikin û di pey menfeatên netewî, şexsî û komî de dimeşin. Bi van hincetan bi zaliman re hevkarîye dikin. Misilman her çi qas bi hincetinan alîkarîya birayên xwe misilman nekin û li  hevdu xwedî dernekevin; ew ê her roja ku derbas bibe di nava misilmanan de êş û keser zêde bibin.

Ji ber ku misilman bersiva ku divê li dijminên îslamê were dayîn nadin û wan poşman nakin kafir û zalim ji vê rewşa misilmanan cesarete distînin. Wek ku tê zanîn li Misirê komek dijminê îslamê  îdarevanê ku ji teref xelkê ve hatîye hilbijartin bi darbeyê ji kare wî dûr kirin, li wê derê tu kes îradeya misilmanan hesap nakî, xelkê misirê têdixin zindana ,li wan zilmê dikin , wan qetil dikin. Em jî van tiştên ku li Misirê diqewimin bi îbret temaşe dikin.. Dijminên îslam û misilmanan hêdî hedî bertek û reaksiyona misilmanan dipivîn pişt re jî asta zilma ku dikin zêde dikin. Mixabin ji ber ku misilman li hev xwedî dernakevin û ji hev perçe bûne zalim zilmên xwe zêde dikin.  Ew dijminên îslamê yên ku li meydanan bi  hezaran misilmana dane ber guleyan dema dîtin ku kes ji wan re nabe asteng û tu kes li hemberî wan narebê wê demê ew zalim dest bi îdamkirina rêber û alimên misilmanan kirin.

Xwedê Teala digel van, misilmanan bi tiştên bi vî awayî mezin îmtîhan dike. Heger misilman alîkarîya hevdu nekin, heger li hemberî kafiran nebin yek, heger  rijandina xwîna hevdu bidomenin û heger birayên xwe têxin destên zaliman û ji vî tiştî re bêdeng bimenin wê demê ew ê ji vê rewşa wan rewşekê xirabtir bê serê wan, ew ê derd û kulen wan zêdetir bibe.

Li  ku dera dinyayê misilmanekî ku ji bo dînê Xwedê mucadele dike hebe, wezîfeya me ye ku em piştgirîya madî û manewî bidin wî misilmanî û em mecbur in ku wî misilmanî ji zilma wî zalimê kul ê zilmê dike muhafize bikin. Lewra  misilman ji hevdu mesul in. Ji ber ku Xwedê Teala misilmanan kiriye biraye hevdu , misilman mecbur in ku her tim alîkarîya hevdu bikin. Wezîfeya îslamî ev e. Digel van hemû şert û mercan kes, îdarevan, şexs û misilmanên  ku têdikevin bin lîbasa hincetan û alîkarîya misilmanan nakin, dikevin bin vebalekî mezin. Ev kesên ku  têdikevin bin lîbasa hincetan û alîkarîya misilmanan nakin , ji bona wehdetê tu  hewldana nakin û tenê wan misilmanên ku di bin zilma zaliman de dinalin  temaşe dikin bila zanibin ku ew ê ev agirê zilmê dê rojekî wan jî bişewitîne.

Ev tiştên ku me behsa wan kir gelekî baş tê zanîn.  Encax di vir de tiştê herî girîng ew e ku di vî warî de em wezîfeyên xwe çiqas bi cî tenin, em çiqasî li hemberî vê tabloyê derdikevin, em çiqas ji vî tiştî re dibin asteng. Ji ber vê  yekê ez dixwazim bangî birayên xwe bikim:

Ey misilmanan, ey ehle kiblê! Edî bese ku hûn bi hevdu dilebikin, hevdu dijmin dibînin. Bese ku hûn wesfên  neîslamî hevdu dikin.  Vê ji bîr nekin   ev gengeşîyên ku li ser mezhep, meşrep, kom, herem, û qewmîyetê tên kirin ji bona dijminên îslamê firsetekî mezin e. Ji kîjan mezheb,meşrep, kom û qewmî bê ferq  nake êdî bi misilmanan re nekevin gengeşîyê, bi hevdu re berberîyê mekin. Hêza  xwe ne li dijî misilmanan li dijî dijminên îslamê xerc bikin, ne li hemberî misilmanan li hemberî dijminên îslamê bisekinin. Arîkarîya wan birayên xwe yên ku zilmê dibînin bikin. Dema ku we ji bona îzzet, şeref, heysiyeta fedakarîye bikin hûn ê serfiraz bibin. Heger birayên wê di bin zilm û zordarîya zalim û kafiran de binalin û derfeta we ji bo alîkarîyê hebe û heger hûn alîkarîya wan nekin  hûn ê winda bikin, hûn ê têkevin bin barê gunehan. Wê demê jî   misilman winda dikin, ummet   winda dike. 

Ummet di vî halî de ye; ji ber vê yekê em heya dikin pirsgirêk û astengî , derd û kul, êş û keserên birayên xwe yên heremê bînin ziman. Bitaybetî dixwazim ji birayên xwe re vî tiştî bibêjim: Ez fêdakarîya we pîroz dikim, ji Rebbê xwe dixwazim ku bereketê têxe nava xebatên we yên bixêr. Ez hêvî dikim ji bo ku hûn karibin dînê îslamê bi heqê wê bijîn, hûn bibin abîd, hûn bibin alim û hûn bibin mucahid. Heger hinek ji we derfeta wî tunebe, pîr bûbe; wê demê ez ji we dixwazim ku hûn hewl bidin da ku  zarokên we bibin mucahid, alim û abîd. Ez hêvî dikim wan kesên ku heta îro bi temamê hebûna xwe alîkarîyê kirine, ji îro pê ve zêdetir fedakarîyê bikin. Ji bona ku em bibin hêz û quwet divê çêtir em hev du bigirin, bikelijin.

Xwedê Teala , bixe nesîbe me misilmanan teva ku  ji meha Remezana bimbarek feyde verbigrin. Xwedê dia,tewbe û îbadetên me qebûl bike û gunehên me jî efû bike.

Xwedê Teala bila alîkarîya misilmanan bê.

Birayên we Edîp Gumuş. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.